|
| 1 |
|
| Bi rastî jî, Xwedê ji Îsraêlê re, Ji dilpaqijan re qenc e. |
|
| 2 |
|
| Belê lingên min, li ber terpilînê bûn, Gavên min li ber şemitînê. |
|
| 3 |
|
| Çimkî min, gava firehiya xeraban dît, Ez ji qûreyan hesidîm. |
|
| 4 |
|
| Di mirina wan de êş nîne, Bedenên wan dermalekirî ne. |
|
| 5 |
|
| Ew bi derdê kesî nizanin, Wek mirov belayê nakşînin. |
|
| 6 |
|
| Loma quretî wek gerdenzêra wan e, Zordarî kincê nixamtina wan e. |
|
| 7 |
|
| Ji qelewî çavê wan dike bifetiqe, Xerabî ji hundirê wan difûre. |
|
| 8 |
|
| Bi mirovan tinazên xwe dikin, Ji xedarî bi xerabiyê re dipeyivin, ji jor ve diaxivin. |
|
| 9 |
|
| Devê xwe li hember ezman vedikin, Zimanê wan li erdê digere. |
|
| 10 |
|
| Loma xelq li wan dizivire, Dev li hewa mayî, peyvên wan gohdarî dike. |
|
| 11 |
|
| Dibêjin ku, «Ma Xwedê çawa dizane? Ma Yê Berz bi çi dizane?» |
|
| 12 |
|
| Binêr, weha ne, yên xerab, Hergav rihet in, serweta xwe zêde dikin. |
|
| 13 |
|
| Ya rast, min dilê xwe beredayî paqij kiriye, Bi bêsûcî destê xwe şûştiye. |
|
| 14 |
|
| Çimkî her roj bela hatin serê min, Her sibeh min ezab kişand. |
|
| 15 |
|
| Eger min bigota, «Ez jî wek wan bipeyivim,» Hingê min bi zarokên te re xayintî kiribû. |
|
| 16 |
|
| Ez fikirîm, ka ez çawa aqil dibim vê yekê, Û ev li ber çavê min zor hat, |
|
| 17 |
|
| Dema ez ketim perestgeha Xwedê; Hingê min fêm kir encama xeraban, |
|
| 18 |
|
| Ya rast, tê wan deynî derên şemitok, Û wan kaşkî xerabûnê. |
|
| 19 |
|
| Çawa di hilmekê de xera bûn, Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn! |
|
| 20 |
|
| Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be, Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb, Tê kêm bibînî, dîdara wan. |
|
| 21 |
|
| Çimkî dilê min êşiya, Hundirê min tahl bû. |
|
| 22 |
|
| Heçî ez im, bêaqil û nezan, Li pêşberî te ez bûm mîna heywan. |
|
| 23 |
|
| Belê ez hergav bi te re me, Te bi destê min ê rastê girt. |
|
| 24 |
|
| Bi şîreta xwe rê nîşanî min didî, Dû re min digihînî berziya xwe. |
|
| 25 |
|
| Li ezmanan kiyî min heye? Xên ji te, ez kesî din naxwazim li ser rûyê erdê. |
|
| 26 |
|
| Bedena min û dilê min dihele, Belê hêza dilê min, Û para min hergav Xwedê ye. |
|
| 27 |
|
| Çimkî, va ye yên ji te dûr in tune dibin, Tê, hemû yên ku ji te diqetîn û ne dilsoz in, tune bikî. |
|
| 28 |
|
| Belê nêzikbûna Xwedê ji bo min qenc e; Ji bo ku ez hemû karên te bidim bihîstin Min Reb Xudan ji xwe re kir star. |
|
|
|
|