|
| 1 |
|
| Ey Xwedê, ji bo çi te em her û her berdan? Çima hêrsa te, li hember miyên mêrga te pêt dide? |
|
| 2 |
|
| Koma ku te ji berê ve kiribû ya xwe, Ji bo ku ji te re mîras bimîne, rizgar ke, Û Çiyayê Sîyonê yê ku tu lê rûniştî yî, bibîr bîne. |
|
| 3 |
|
| Ber bi xirbên mayindar ve bimeşe, Dijmin li dera pîroz her tişt xera kir. |
|
| 4 |
|
| Dijminên te, li ciyê civata te kirin gurmîn, Ji bo ku bibe nîşan, wan ala xwe li wê derê çikand. |
|
| 5 |
|
| Wek ku bi biviran, Têkevin dereke daristan. |
|
| 6 |
|
| Û hemû nexşên wê, Şikandin bi gerane û biviran. |
|
| 7 |
|
| Agir berdan perestgeha te, Warê navê te, Kirin erdê û murdar kirin. |
|
| 8 |
|
| Di dilê xwe de gotin, «Em hemûyî bipelçiqînin!» Li welat hemû derên civata Xwedê hilweşandin. |
|
| 9 |
|
| Hemû alên me çûne, Êdî pêxember jî tunin, Di nav me de kes nizane, ka heta çi wextê. |
|
| 10 |
|
| Ey Xwedê, wê heta kîngê dijmin tinazên xwe bi te bike, Ma wê her û her dijmin çêrî navê te bike? |
|
| 11 |
|
| Çima tu destê xwe yê rastê şûn ve dikişînî? Çima tu dest hilnaynî! |
|
| 12 |
|
| Belê Xwedê, ji demên berê ve padîşahê min e, Li rûyê erdê rizgarî bi wî ye. |
|
| 13 |
|
| Te bi hêza xwe deryayê kir du şeq, Serê cinawirên deryayê di nav avê de şikand. |
|
| 14 |
|
| Te serên Levîethan şikand, Te ew kir qutê yên ku li çolê dijîn. |
|
| 15 |
|
| Te kanî û lehiyan rakir, Çemên ku hergav diherikin ziwa kir. |
|
| 16 |
|
| Roj ya te ye, şev jî ya te, Roj û ronahî te amade kir. |
|
| 17 |
|
| Hemû sînorên ser erdê te danîn, Havîn û zivistan, te afirand. |
|
| 18 |
|
| Bibîr bîne ya Xudan, dijmin tinaz bi te kir, Miletekî bêaqil tinaz bi navê te kir. |
|
| 19 |
|
| Nespêre cinawiran, canê kevoka xwe, Tu car ji bîr neke, rewşa belengazên xwe. |
|
| 20 |
|
| Tu bala xwe bide peymanê, Çimkî derên tarî yên diyar, Ji bo zordaran bûye cih û war. |
|
| 21 |
|
| Bila yê neçar, şûn ve nezivire stûxwar, Bila bindest û hejar, ji bo navê te bibin pesindar. |
|
| 22 |
|
| Rabe ey Xwedê, doza xwe bibîne! Tinazên, yê ku bêaqil tevahiya rojê bi te dike, bibîr bîne! |
|
| 23 |
|
| Dengê dijminên xwe ji bîr neke, Hergav bilind dibe, welwela yên ku li ber te rabûne! |
|
|
|
|