Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Dengê min li Xwedê ye, ez dikim feryad, Dengê min li Xwedê ye, da ku goh bide min. |
| 2 |
| Di roja teng de ez li Reb digerim, Ez bi şev destê xwe vedikim, Canê min teseliyê naxwaze. |
| 3 |
| Ez Xwedê bibîr tînim û dinalim, Ez difikirim û ruhê min dixeriqe. |
| 4 |
| Tu bi qelpaxên çavê min digirî, Dilê min teng dibe, ez nikarim bêjim. |
| 5 |
| Rojên çûyî, Ez salên dewrên çûyî fikirîm. |
| 6 |
| Bi şev, ez bi dil stranên xwe bibîr tînim, Ez, ji xwe bi xwe re dibêjim, Ruhê min ji dûrî û kûrî ve dipirse: |
| 7 |
| «Gelo wê Reb me her û her berde? Ma wê cardin qenciyê bi min neke? |
| 8 |
| Ma kerema wî her û her qediya? Ma sozên ku wî dabûn her û her betal bûn? |
| 9 |
| Gelo Xwedê, ji bîr kir berketinê? Ciyê dilovaniyê, stand hêrsê?» |
| 10 |
| Min got, «Ya ku min dêşîne ev e! Destê Yê Berz ê rastê, ne wek berê ye.» |
| 11 |
| Ez li karên Xudan digerim, Herîqayên wî yên kevin bibîr tînim. |
| 12 |
| Ez kûr li ser her karên te difikirim, Li ser kirinên te ji xwe derim. |
| 13 |
| Ey Xwedê, riya te di pîroziyê de ye! Kîjan îlah wek Xwedê gewre ye? |
| 14 |
| Xwedayê ku herîqeyan dike tu yî, Li nav gelan, te hêza xwe da nîşandan. |
| 15 |
| Te bi zendê xwe gelê xwe, Kurên Aqûb û Ûsîv rizgar kir. |
| 16 |
| Avan tu dîtî, ey Xwedê! Avan tu dîtî û tirsiyan, Kûrahî lerziyan. |
| 17 |
| Ewran ava xwe vala kir, Asûman deng da, Tîrên te firiyan. |
| 18 |
| Di babelîskê de gurmîna te hat bihîstin, Brûskê dinyayê ronahî kir, Erd lerizî û hejiya. |
| 19 |
| Riya te di deryayê de, Riyên te di avên mezin de bûn, Belê ne kifş bûn rêçên te. |
| 20 |
| Te bi destê Mûsa û Harûn Gelê xwe wek keriyekî ajot. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/077.mp3
150
77