Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey Xwedê, millet ketin mîrasa te, Qirêjî kirin perestgeha te ya pîroz, Orşelîmê kirin qûça keviran. |
| 2 |
| Laşên evdên te, ji bo xwarinê dan teyrên asîman, Goştê peywirên te dan cinawirên ser erdan. |
| 3 |
| Li dora Orşelîmê, xwîna wan wek avê rêtin, Tu kes nebû ku veşêre laşê wan. |
| 4 |
| Li pêş cîranên xwe em rûreş bûn, Em bûn pêkenî û şahiya yên der û dora xwe. |
| 5 |
| Heta kîngê ya Xudan? Ma wê her û her bajo xezeba te? Ma wê dexesiya te, wek agîr bişewite? |
| 6 |
| Tu xezeba xwe, bi ser miletên ku bi te nizanin, Bi ser welatên ku bang nakin navê te de birijîne. |
| 7 |
| Çimkî wan serê Aqûb xwar, Û welatê wî kirin çol. |
| 8 |
| Tu gunehê bav û kalên me, bibîr neyne li hember me, Tu dilovaniya xwe zû nîşan de ji bo me, Çimkî em gellek nizim bûn. |
| 9 |
| Ey Xwedayê rizgariya me, ji bo berziya navê xwe were alîkariya me, Me rizgar ke, ji bo xatirê navê xwe, me ji gunehên me pak ke! |
| 10 |
| Ma çima wê millet bêjin, «Ka Xwedayê wan li ku ye?» Bila di nav miletan de bê zanîn, ku ewê heyfa xwîna wan bê hilanîn, Û em vê bi çavê xwe bibînin! |
| 11 |
| Bila nalîna girtiyan bigîhije tebeqa te, Tu bi mezinahiya hêza xwe, biparêze zaryên mirinê. |
| 12 |
| Tu tinazkirina cîranên me yên ku bi te tinaz kirin, Heft qat li wan vegerîne ya Reb! |
| 13 |
| Û em gelê te, miyên mêrga te, Em her û her spas dikin ji bo te, Ji nifşan heta nifşan em digihînin pesindana te. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/079.mp3
150
79