Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey şivanê Îsraêlê, goh bide, Tu ku, tu Ûsîv wek kerî dajoyî, Tu ku, tu li ser Kerûbiyan rûniştî yî, Ronahiya xwe bide, |
| 2 |
| Li pêş Efrayim, Benyamîn û Manasse, Hêza xwe hişyar ke, Were me rizgar ke! |
| 3 |
| Ey Xwedê me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, da ku em rizgar bibin! |
| 4 |
| Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, Ma tê heta kîngê, hêrs bibî ji dua gelê xwe? |
| 5 |
| Te nanê hêsirên çavan bi wan da xwarin, Bi elba mezin hêsirên çavan bi wan da vexwarin. |
| 6 |
| Te kir ku em bi cîranên xwe re pev biçin, Dijminên me di nav hev de şa dibin. |
| 7 |
| Ey Xwedayê ordiyan, me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, ji me re rizgariyê bîne. |
| 8 |
| Te ji Misirê şivek dêliyê anî, Te milletan deranî û wê danî. |
| 9 |
| Te axa pêş wê vekir, Wê kûr tor berda, welat tije kir. |
| 10 |
| Çiya bi siya wê, Darên Xwedê yên sedir, bi guliyên wê hatin nixamtin. |
| 11 |
| Wê guliyên xwe heta Deryayê, Şaxên xwe heta Firatê berda. |
| 12 |
| Bo çi te xera kir sêncên wê? Hemû rêwî tirî jêdikin ji wê, |
| 13 |
| Berazê daristanan wê xera dikin, Heywanên kûvî dixwin ji wê. |
| 14 |
| Ey Xwedayê ordiyan, em lava dikin vegere! Ji ezmanan binêre û vê dêliyê bibîne. |
| 15 |
| Şiva ku te bi destê xwe yê rastê danî, Şaxê ku te ji bo xwe hêzdar kir bitoqlîne! |
| 16 |
| Bi agir hatiye şewitandîn, hatiye birrîn dêliya te, Bila bi awirên te yên tûj tune bibin, dijminê te! |
| 17 |
| Destê te, li ser wî zilamî ye, ku destê te yê rastê ye, Bila destê te, li ser wî be ku tu ji bo xwe hêzdar dikî! |
| 18 |
| Hingê em dev ji te bernadin; Me vejîne, emê bang bikin navê te! |
| 19 |
| Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, me bizivirîne, Ruyê xwe bibiriqîne, rizgariya me bîne. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/080.mp3
150
80