Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Li civata Xwedê, Xwedê radiweste, Di nav îlahan de dadbariyê dike. |
| 2 |
| «Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar, Ji bo xeraban bibî meyildar? |
| 3 |
| Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin, Mafê bindest û feqîran biparêzin. |
| 4 |
| Yê lewaz û belengaz xelas kin, Wan ji destê xeraban azad kin.» |
| 5 |
| Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin, Û di tarîyê de digerin, Hemû bingehên erdê dihejin. |
| 6 |
| «Min got, ‹Hûn îlah in, Û hemû kûrên Yê Berz in!› |
| 7 |
| Dîsa hûnê wek mirovan bimirin, Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!» |
| 8 |
| Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike! Çimkî hemû milet yên te ne. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/082.mp3
150
82