Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey Xwedê, hiş nebe, Bêdeng û bêtevger nemîne ey Xwedê! |
| 2 |
| Binêre, dijminên te tevliheviyê dertînin, Yên ku ji te nefret dikin, serî hiltînin. |
| 3 |
| Li hember gelê te civînên hîlekar datînin, Li hember yên ku tu diparêzî, şêwr dikin. |
| 4 |
| Dibêjin, «Werin em wan tune bikin, bila nebin milet, Bila êdî navê Îsraêlê neyê bibîranîn!» |
| 5 |
| Hemûyan dilê xwe kirin yek, li hev şîret kirin, Li hember te peyman çêkirin: |
| 6 |
| Konên Edomê û Simaîliyan, Moab û Haceriyan, |
| 7 |
| Gebal, Ammon û Amalek, Gelê Sûr û Filîstî, |
| 8 |
| Aşûr jî bi wan re bû yek, Hêz dan lawên Lûtiyan. |
| 9 |
| Ya ku te bi Mîdyanê kir, bi wan jî bike, Çawa ku te bi Sîsera û li newala Kîşonê bi Yabîn kir. |
| 10 |
| Ew li Endorê helaq bûn, Ji bo axê bûn hok. |
| 11 |
| Esîlzadên wan, wek Oreb û Zeeb bike, Ya ku te anî serê Zehab û Salmûna, bîne serê begên wan. |
| 12 |
| Wan got, «Werin em mêrgên Xwedê, Ji xwe re bikin milk.» |
| 13 |
| Ey Xwedayê min, tu wan wek babelîska tozê, Wek kaya ber bayê bike! |
| 14 |
| Wek pêta ku daristanê dişewitîne, Wek alava ku çiyan digire, |
| 15 |
| Bi bagera xwe bi pey wan bikeve, Bi babelîska xwe wan têxe sawê! |
| 16 |
| Ruyê wan bi şermê binixême, Da ku li navê te bigerin ya Xudan. |
| 17 |
| Bila her û her şerm bikin û şaş bimînin, Bila tune bibin û rûswa bimînin. |
| 18 |
| Da ku hîn bibin navê te Xudan e, Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/083.mp3
150
83