Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ey Xwedayê ordiyan, Çiqas xweş e ciyê te. |
| 2 |
| Canê min bêriya hewşên Xudan dike, Jê re dixeriqe, Dilê min û bedena min, Xwedayê jîndar bi şahî bibîr tîne. |
| 3 |
| Di gorîgehên te de, Heta beytikê ji xwe re malek, hechecikê jî, Ji bo danîna ferxikên xwe, ji xwe re hêlînek dît. Ey Xudanê ordiyan, padîşah û Xwedayê min! |
| 4 |
| Xwezî bi wan ku li mala te rûdinên, Ew hergav spasdarên te ne. |
| 5 |
| Xwezî bi wî ku hêza xwe ji te distîne! Riya heca Siyonê di dilê wî de ye. |
| 6 |
| Gava ew di Geliyê Bekayê re derbas dibin, Ew wê derê dikin serê kaniyê, Bila bi barana pêşî re, ew der bibîne adaniyê. |
| 7 |
| Çiqas here wê hêzdar bibin, Wê li Siyonê, ji alî Xwedê ve bên dîtin. |
| 8 |
| Ya Xudan, Xwedayê ordiyan goh bide dua min, Goh bide ey Xwedayê Aqûb. |
| 9 |
| Ey Xwedayê ku mertalê me ye, binêre, Ruyê meshkiriye xwe bibîne! |
| 10 |
| Rojeke li hewşên te, Ji hezar rojan çêtir e; Di şûna ku ezê li konê xerabiyê rûnêm, Li mala Xwedê, li ser sekokê rûniştin, çêtir e ji bo min. |
| 11 |
| Çimkî Xudan Xwedê roj û mertal e. Kerem û berziyê dide; Ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne. |
| 12 |
| Ey Xudanê ordiyan, Yê ku bi te ewle ye, çiqas dilgeş e! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/084.mp3
150
84