Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî, Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî. |
| 2 |
| Te gunehê gelê xwe bexişand, Hemû sûcên wan nuxumand. |
| 3 |
| Te, hemû xezeba xwe da alî, Dev ji kela hêrsa xwe berda. |
| 4 |
| Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne, Hêrsa xwe ya li hember me daxîne! |
| 5 |
| Ma tê her û her hêrs bibî li me? Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me? |
| 6 |
| Da ku gelê te bi te şa be, Tê me cardin nevejînî? |
| 7 |
| Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me, Rizgarkirina xwe bide me! |
| 8 |
| Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim; Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje, Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê. |
| 9 |
| Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin, Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin. |
| 10 |
| Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev, Aştî û rastdarî, ramûsin hev. |
| 11 |
| Wê rastî li erdê şîn bibe, Rastdarî ji jor ve binêre. |
| 12 |
| Wê Xudan ya qenc bide, Û axa me berê xwe bide. |
| 13 |
| Wê rastdarî li pêş wî bimeşe, Û ji gavên wî re rê çêke. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/085.mp3
150
85