Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Xudan, gohê xwe xwar ke û bersîv bide min, Çimkî ez bindest û belengaz im. |
| 2 |
| Canê min biparêze, çimkî ez peywirê te me. Ey Xwedê, tu xelas ke evdê xwe yê bi te ewle! |
| 3 |
| Li min were rehmê ya Reb, Çimkî ez ji te re lava dikim tevahiya rojê. |
| 4 |
| Tu canê evdê xwe şa ke, Çimkî ya Reb, ez canê xwe ji bo te bilind dikim. |
| 5 |
| Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î. |
| 6 |
| Goh bide dua min ya Xudan, Bibihîze lavakirina min! |
| 7 |
| Di roja teng de ez bangî te dikim, Çimkî, tu didî bersîva min. |
| 8 |
| Ya Reb, di nav îlahan de tunin yên mîna te, Ne jî karên wek karên te. |
| 9 |
| Ya Xudan, hemû miletên ku te afirandine wê werin, Biperizin te, li ber te bigerin, Û ewê berzî bidin navê te. |
| 10 |
| Çimkî tu mezin î û karên nedîtî dikî, Xwedayê tenê tu yî. |
| 11 |
| Ya Xudan, riya xwe hînî min bike, Ez li gor rastiya te bimeşim, Dilekî yekpare bide min, da ku ez bitirsim ji te. |
| 12 |
| Ya Reb Xwedayê min, ez bi hemû dilê xwe spas dikim ji te re, Ezê navê te her û her berz bikim. |
| 13 |
| Çimkî mezin e, kerema te ya ji bo min, Ji diyarê miriyan ên kûr, te xelas kir canê min. |
| 14 |
| Ey Xwedê, qure li hember min rabûn, Garana zordaran li kuştina min geriya, Û wan tu nehesibandin, |
| 15 |
| Herçî tu yî, ya Reb, Tu dilovan û keremdar î, Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î. |
| 16 |
| Li min bizivire û li min were rehmê, Hêza xwe bide evdê xwe, Xelas bike kurê qewraşa xwe. |
| 17 |
| Nîşanek qenciyê bi min bide dîtin; Da ku yên ji min nefret dikin, bibînin û şerm bikin; Çimkî tu ya Xudan, tu ji min re bûyî alîkar û xemrevîn, |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/086.mp3
150
86