|
| 1 |
|
| Ezê kerema Xudan her û her bi stranan bêjim, Dilsoziya wî ji hemû nifşan re bi devê xwe bêjim. |
|
| 2 |
|
| Ez dibêjim kerema te her û her ava ye, Dilsoziya te mayindar e, wek ezmana ye, |
|
| 3 |
|
| Te got, «Min bi bijartiyê xwe re peyman danî, Ji evdê xwe Dawid re sond xwar: |
|
| 4 |
|
| Ezê nîjada te her û her bihêlim, Û textê te ji bo her nifşî biparêzim.» |
|
| 5 |
|
| Ezman, pesnê harîqayên te didin ya Xudan, Di civata ezmaniyan de dilsoziya te, tê pesindan. |
|
| 6 |
|
| Ma li ezman, kî ji Xudan re heval tê nîşandan? Di nav yên ezmanî de, kî heye wekî Xudan? |
|
| 7 |
|
| Di civata ezmaniyan de ew Xwedêyek pirr bi heybet e, Ji hemû yên li der û dora xwe ew bêtir tirsdar e. |
|
| 8 |
|
| Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, Ma kî bi qasî te hêzdar e ya Xudan? Dilsoziya te, te dipêçe. |
|
| 9 |
|
| Tu li pozbilindiya deryayê hukum dikî, Gava ku pêl radibin tu wan didî rawestan. |
|
| 10 |
|
| Te Rahab, wek zilamekî kuştî pelçiqand, Bi hêza zendê xwe, dijminê xwe ji hev qetand. |
|
| 11 |
|
| Ezman yên te ne, erd jî; Dinê û tijehiya wê, te ava kir. |
|
| 12 |
|
| Bakûr û başûr te çêkir, Çiyayên Tabor û Hermon Bi navê te şa dibin. |
|
| 13 |
|
| Milên te hêzdar in, Destê te xurt, destê te yê rastê bilind e. |
|
| 14 |
|
| Bingeha textê te, dadperwerî û rastdarî ye, Kerem û dilsozî li pêş te rê ve diçin. |
|
| 15 |
|
| Xwezî bi wî gelî ku dizane bi şahî biqîre! Û di ronahiya rûyê te de dimeşe, ya Xudan. |
|
| 16 |
|
| Tevahiya rojê bi navê te şa dibin, Û bi rastdariya te bilind dibin. |
|
| 17 |
|
| Çimkî tu berziya hêza wan î, Bi qenciya te, qiloçê me bilind dibe. |
|
| 18 |
|
| Çimkî mertalê me, yê Xudan e, Padîşahê me jî, Yê Pîroz ê Îsraêlê ye. |
|
| 19 |
|
| Hingê te ji peywirên xwe re, Bi xewnerojekê got: «Min alîkariya mêrxasekî kir, Di nav gel de yê bijartî bilind kir. |
|
| 20 |
|
| Min evdê xwe Dawid dît, Bi rûnê xwe yê pîroz ew mesh kir. |
|
| 21 |
|
| Wê destê min bi wî re be, Milê min jî hêz bide wî. |
|
| 22 |
|
| Wê dijmin ji wî nestîne bêş, Lawê xerabiyê wî biçûk neke. |
|
| 23 |
|
| Ezê li pêş wî bişikînim dijminên wî, Ezê li wan xim, yên ku nefret dikin ji wî. |
|
| 24 |
|
| Wê dilsozî û kerema min bi wî re be, Bi navê min hêza wî bilind bibe. |
|
| 25 |
|
| Ezê destê wî deynim ser deryayê, Destê wî yê rastê deynim ser çeman. |
|
| 26 |
|
| Ewê ji min re bêje, ‹Bavê min tu yî, Tu Xwedayê min, zinarê rizgariya min î.› |
|
| 27 |
|
| Ez jî, ezê wî bikim kurê xwe yê pêşî, Di nav padîşahên dinê de bikim yê herî bilind. |
|
| 28 |
|
| Ezê her û her kerema xwe nîşanî wî bidim, Û peymana min her bi wî re be. |
|
| 29 |
|
| Ezê nîjada wî her û her, Textê wî heta ku ezman hebe bihêlim. |
|
| 30 |
|
| «Eger zarokên wî dev ji şerîeta min berdin, Û li gor dadbariyên min rêve neçin; |
|
| 31 |
|
| Eger şerîeta min xera kin, Û emrên min negirin, |
|
| 32 |
|
| Hingê ezê serhildanên wan bi dar, Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim. |
|
| 33 |
|
| Belê ez kerema xwe ji wî bi şûn de nastînim, Dilsoziya xwe li derewê venagerînim. |
|
| 34 |
|
| Peymana xwe xera nakim, Ya ku ji lêvên min derketiye naguhêrim. |
|
| 35 |
|
| Carekê, min li ser pîroziya xwe sond xwar, Ezê ji Dawid re derew nebêjim. |
|
| 36 |
|
| Wê nîjada wî her û her bajo, Textê wî li pêş min wek rojê bimîne, |
|
| 37 |
|
| Wek hîva ku her û her dimîne, Wê ezman wek şahidê dilsoz be.» |
|
| 38 |
|
| Belê te, dev jê berda û ji xwe avêt, Tu li yê xwe yê meshkirî hatî xezebê. |
|
| 39 |
|
| Te ji peymana xizmetkarê xwe nefret kir, Te taca wî bi axê qirêjî kir. |
|
| 40 |
|
| Te hemû dîwarên wî xera kir, Wêran kir hemû kelehên wî. |
|
| 41 |
|
| Hemû yên ku di rê de derbas dibin wî dişelînin, Di nav cîranên xwe de şermî bû ew. |
|
| 42 |
|
| Te destê rastê yê dijminên wî ra kir, Te hemû dijminên wî şa kir. |
|
| 43 |
|
| Te devê şûrê wî jî, werrivand, Û kir ku ew di şer de bişikê. |
|
| 44 |
|
| Te dawî li rewnaqiya wî anî, Textê wî li bin gohê erdê danî. |
|
| 45 |
|
| Te rojên xortaniya wî kurt kir, Ser wî bi şermê nixamt. |
|
| 46 |
|
| Ma heta kîngê ya Xudan? Ma tê her û her veşêrî? Heta kîngê wê xezeba te wek agir bişewite? |
|
| 47 |
|
| Jiyê min çiqas kurt e, bibîr bîne. Te ji bo çi tiştên vala, mirov afirandine! |
|
| 48 |
|
| Yê ku jiyaye û mirin nedîtiye, Yê ku ji destê diyarê miriyan canê xwe xelas kiriye, kî ye? |
|
| 49 |
|
| Ya Reb, li ku ma ew kerema te ya pêşî? Ya ku te bi dilsoziya xwe ji Dawid re sond xwaribû! |
|
| 50 |
|
| Ya Reb, riswabûna evdên xwe bibîr bîne, Ez loma hemû miletan, Di dilê xwe de hildigirim. |
|
| 51 |
|
| Dijminên te bi wê tinazên xwe kirin ya Xudan, Bi wê, bi şopên mesha te tinazên xwe kirin. |
|
| 52 |
|
| Xudan her û her pîroz be! Amîn û amîn. |
|
|
|
|