|
| 1 |
|
| Ya Xudan ezê bi hemû dilê xwe ji te re şikir bêjim, Hemû karên te yên mezin bibêjim. |
|
| 2 |
|
| Ezê bi te dilgeşiyê bibînim, bikim kêfan. Bi îlahiyan bidim pesnê te, ey Berzê Berzan! |
|
| 3 |
|
| Gava ku dijminên min bi şûn de vedigerin, Li pêş te diterpilin, dimirin û derin. |
|
| 4 |
|
| Çimkî doza min, heqê min te parast, Li text rûniştî da biryara rast. |
|
| 5 |
|
| Te li miletan hilat, xeraban tune kir, Her û her navê wan jê bir. |
|
| 6 |
|
| Dijmin neman, her û her xerab in, Te ji binî hilweşand bajarên wan, Êdî qet nayê gotin ji navê wan. |
|
| 7 |
|
| Belê Xudan her û her rûniştiye, Bi hukum textê xwe ava kiriye. |
|
| 8 |
|
| Bi edalet dinyayê ew digerîne, Bi rastî hukmê xwe li ser miletan datîne. |
|
| 9 |
|
| Ji bo bindestan Xudan stargeh e, Di rojên teng de keleh e. |
|
| 10 |
|
| Yên bi te dizanin ji te ewle ne, Çimkî yên ku berê xwe dan te, te neterikand ya Xudan. |
|
| 11 |
|
| Bi lavijan pesnê Xudanê li Siyonê rûniştî bidin! Bila bi we kirinên wî li nav miletan eşkere bibin. |
|
| 12 |
|
| Çimkî, yê bi pey xwîna rêtî dikeve wê bibîr tîne, Feryada bindestan ji bîr dernayne. |
|
| 13 |
|
| Li min were rehmê ya Xudan, Yê ku min radike ji derê mirinan. Bibîne, ez çi ji destê yên ku ji min nefret dikin dikişînim! |
|
| 14 |
|
| Wisa ku, hemû pesnên te bêjim, Li deriyên bajarê keça Siyonê, Bi xelaskirina te dilgeş im. |
|
| 15 |
|
| Milet ketin çala ku kolan, Lingên wan ket tora ku veşartin. |
|
| 16 |
|
| Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn, Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon. |
|
| 17 |
|
| Xerab wê herin diyarê miriyan, Miletên Xwedê jibîr kirine her eynî riyan. |
|
| 18 |
|
| Çimkî wê feqîr herdem neyê jibîrkirin, Hêviya bindestan her û her neyê xîşkirin. |
|
| 19 |
|
| Rabe ya Xudan, bila zorbir nebe însan, Li pêş te be, hukumkirina miletan! |
|
| 20 |
|
| Tu wan bibizdîne, ya Xudan! Bila bizanibin ku ew, ne tu tişt in, tenê însan. |
|
|
|
|