Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Yê ku, li stara Yê Herî Berz rûdinê, Wê di bin siya Karîndar de aram be. |
| 2 |
| Ez ji bo Xudan dibêjim, «Ew birc û stara min e, Ew Xwedayê min e, ez bi wî ewle me.» |
| 3 |
| Çimkî ew, te ji dafika nêçîrvan, Ji nexweşîna ku dibe mirinê rizgar dike. |
| 4 |
| Ew bi bazkên xwe te dinixême, Tu xwe davêjî bin milên wî. Dilsoziya wî dibe mertal û kozika te. |
| 5 |
| Ne tu ji sawa şevê ditirsî, Ne jî ji tîrê ku bi roj difire. |
| 6 |
| Ne ji nexweşîna ku di tariyê de digere, Ne jî ji xerakirina ku navê rojê tune dike. |
| 7 |
| Li ba te hezar, Li milê te yê rastê deh hezar bikevin jî, Lê ew nêzikî te nabe. |
| 8 |
| Tu tenê bi çavê xwe dinêrî, Û cezayê xeraban dibînî. |
| 9 |
| Bi rastî ya Xudan, tu stara min î. Te, Yê Herî Berz ji xwe re kir cî û war, |
| 10 |
| Wê xerabî dest nede te, Nexweşîn neyê nêzikî konê te. |
| 11 |
| Da ku di hemû riyên te de, te biparêzin, Wê ji bo te, emir li milyaketên xwe bike. |
| 12 |
| Ji bo ku lingê te li kevirekî nekeve, Wê li ser destê xwe, te hilgirin. |
| 13 |
| Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî, Tê şêrê ciwan û marê ziya bipelçiqînî. |
| 14 |
| «Ji ber ku ji min hez kir, ezê wî xelas kim, Ezê wî biparêzim, çimkî navê min nas kir. |
| 15 |
| Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim, Di tengahiyê de li ba wî bimînim, Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim. |
| 16 |
| Ezê wî bi jiyê dirêj têr kim, Nîşanî wî bidim, rizgarkirina xwe.» |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/091.mp3
150
91