Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Xudan, ji te re spaskirin, Ey Yê Herî Berz, bi lavijan pesnê navê te dayin, |
| 2 |
| Serê sibê kerema te, Her şev dilsoziya te, |
| 3 |
| Bi tembûra deh têl, bi çeng û bi lîrê, Bi dengê bi aheng îlankirin, çi xweş e! |
| 4 |
| Çimkî ya Xudan, te bi karê xwe ez şa kirim, Li ber karên destê te, ez bi şahî lavijan dibêjim. |
| 5 |
| Karên te çi mezin in, ya Xudan! Û çiqas kûr in ramanên te! |
| 6 |
| Zilamê evdal nizane, Û yê ehmaq, vê fêm nake. |
| 7 |
| Wek giya şînbûna xeraban, Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan, Ji bo her û her hilweşîna wan e. |
| 8 |
| Belê tu ya Xudan, tu her û her berz î. |
| 9 |
| Va ye, dijminên te ya Xudan, Va ye, wê dijminên te tune bibin, Hemû yên sûcdar, wê belav bibin. |
| 10 |
| Te ez bi qasî gakuviyekî hêzdar kirim, Rûnê teze bi serê min de rêt. |
| 11 |
| Çavên min, ketina dijminên min dîtin, Gohên min, şikestina dijminên min bihîstin. |
| 12 |
| Zilamê rastdar, wê wek dara xurmê geş bibe, Wek dara Sedir a Lubnanê mezin bibe. |
| 13 |
| Ew li mala Xudan hatine danîn, Wê li hewşa Xwedayê me şitil bidin. |
| 14 |
| Wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin, Ewê terr û şîn bin. |
| 15 |
| Ewê nîşan bidin ku Xudan rast e! Zinarê me ew e, li ba wî neheqî tune. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/092.mp3
150
92