Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Lavijek nû ji Xudan re bixwînin! Ey tevahiya dinyayê, ji Xudan re lavijan bêjin! |
| 2 |
| Lavijan bêjin, navê Xudan pîroz bikin, Her roj mizgîna rizgarkirina wî bidin! |
| 3 |
| Berziya wî li nav miletan, Karên wî yên nedîtî li nav hemû gelan belav kin! |
| 4 |
| Çimkî Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye, Ji hemû îlahan bêtir, ji wî tê tirsîn. |
| 5 |
| Çimkî hemû îlahên gelan pût in, Lê yê ku ezman afirand Xudan e. |
| 6 |
| Berzî û mezinahî li pêş wî ne, Hêz û xweşikî li perestgeha wî ne. |
| 7 |
| Ey hûn malbatên gelan, pesnê Xudan bidin, Pesnê hêz û berziya Xudan bidin, |
| 8 |
| Pesnê berziya navê Xudan bidin, Pêşkişiyan bînin û têkevin hewşên wî! |
| 9 |
| Di nav berziya pîroz de biperizin Xudan! Ey tevahiya dinê li pêş wî bilerizin! |
| 10 |
| Di nav miletan de bêjin, «Xudan serweriyê dajo.» Dinya saxlem hatiye avakirin, naleqe. Ew bi dadperwerî gelan dadbar dike. |
| 11 |
| Bila ezman şa bin, erd dilşa be! Bila derya û hemû yên tê de, bikin gurmîn! |
| 12 |
| Bila zevî û hemû yên tê de şa bin! Hingê tevahiya darên daristanê, Wê li pêş Xudan bi şahî bistrên. |
| 13 |
| Çimkî ew tê! Ew tê, ji bo dadbarkirina erdê. Ewê dinê bi dadperwerî, Û miletan bi rastdariya xwe dadbar bike. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/096.mp3
150
96