Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Serweriya Xwedê dajo, bila erd şa be, Bila hemû keviyên deryayan şa bin! |
| 2 |
| Ewr û tarî li der û dora wî ne, Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne. |
| 3 |
| Agir li pêş wî diçe, Li der û dorê, dijminên wî dişewitîne. |
| 4 |
| Birûskên wî dinyayê ronahî kirin, Erdê dît û lerizî. |
| 5 |
| Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan, Çiya dihelin wek şimayê. |
| 6 |
| Ezman rastdariya wî didin bihîstin, Hemû milet berziya wî dibînin. |
| 7 |
| Hemû yên ku diperizin pûtan, Û pesnê xwe bi pûtên pûç didin, bila şerm bikin! Ey îlahno, biperizin Xudan! |
| 8 |
| Sîyonê bihîst û şa bû, Keçên Cihûdayê şa bûn, Ji ber dadbariya te, ya Xudan. |
| 9 |
| Çimkî ya Xudan, Herî Berzê dinê tu yî, Tu li ser hemû îlahan, pirr li jor î. |
| 10 |
| Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan. Canê dilsozên xwe ew diparêze, Ew wan azad dike, ji destê xeraban. |
| 11 |
| Ji bo rastan ronahî, Ji bo dilpakan şahî tê çandin. |
| 12 |
| Ey yên rast, bi Xudan şa bin, Pîroziya wî bibîr bînin û spas bikin! |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/097.mp3
150
97