Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ji Xudan re lavijek nû bixwînin, Çimkî wî karên nedîtî kir, Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî. |
| 2 |
| Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin, Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da. |
| 3 |
| Hezkirin û dilsoziya xwe ya, Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî; Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît. |
| 4 |
| Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin! Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan! |
| 5 |
| Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan, Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan! |
| 6 |
| Bi zirnê û bi dengê boriyan, Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin. |
| 7 |
| Bila derya û tijebûna wê, Dinya û yên lê rûdinên biqîrin. |
| 8 |
| Bila çem, li çepikan xin, Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan. |
| 9 |
| Çimkî ew tê, Da ku dadbar bike dinê bi edaletê, Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/psalms/098.mp3
150
98