Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xudan ji Mûsa re got: “Ezê belayeke din bînim ser Firewn û Misrê, piştre wê we berde. Wê bi awayê ku biqewitîne jî, we berde. |
| 2 |
| Niha tu ji gelê xwe re bêje: ‘Bila her mêr ji cîranê xwe, her jin ji cîrana xwe tiştên zêr û zîv bixwaze.’” |
| 3 |
| Xudan kir ku gelê Îsraêl bikeve çavê Misriyan. Jixwe Mûsa li welatê Misrê, li ber çavê karmendên Firewn û gelê wî gelekî mezin bû. |
| 4 |
| Mûsa ji Firewn re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Ezê nîvê şevê di nava Misrê re derbas bibim. |
| 5 |
| Ji nixuriyê Firewnê ku li ser têxt rûdine bigire heta nixuriyê jina kole ya li ber destêr, heywan jî tê de, wê li welatê Misrê hemû nixurî bimirin. |
| 6 |
| Li seranserê welatê Misrê wê hewareke wisa rabe ku heta niha nehatiye dîtin û wê careke din jî neyê dîtin. |
| 7 |
| Lê wê seyek jî li ba gelê Îsraêl û heywanên wan devê xwe veneke. Bi vî awayî hûn bizanibin Xudan çawa ferq û meyliyekê di navbera gelê Îsraêl û Misriyan de çêkiriye. |
| 8 |
| Wê hemû karmendên te werin, li ber min herin ser çokan û bêjin: Rabin herin, tu û kesên li pey te! Piştî vê yekê, ezê herim.’” Bi vî awayî ew bi hêrsa mezin ji ba Firewn rabû. |
| 9 |
| Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li welatê Misrê kerametên min zêdetir bibin, wê Firewn guhdariya we neke.” |
| 10 |
| Mûsa û Harûn tevahiya van kerametan li ber Firewn kirin, lê Xudan dilê Firewn hişk kir û wî gelê Îsraêl ji welatê xwe berneda. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/exodus/011.mp3
40
11