|
| 1 |
|
| Xudan ji Mûsa re got: |
|
| 2 |
|
| “Ji gelê Îsraêl re bêje, bila ji min re pêşkêşiyan bînin. Pêşkêşiya her kesê ku ji dil dide jê bistînin. |
|
| 3 |
|
| Pêşkêşiyên ku hûnê ji wan bistînin ev in: Zêr, zîv, tûnc, |
|
| 4 |
|
| tayên sor, binevşî û şînê tarî, kitanê tenik û mûyê bizinê, |
|
| 5 |
|
| çermê beran ê bi hibra sor û şînê tarî, dara aqasyayê, |
|
| 6 |
|
| zeyta qendîlan, biharatên rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş, |
|
| 7 |
|
| kevirên onîks û kevirên din ên hêja ku li ser êfod û bersing bên rêzkirin. |
|
| 8 |
|
| “Wê ji bo min pîrozgehek çêkin ku ez di nav wan de bi cih bim. |
|
| 9 |
|
| Hûnê li gorî wê mînaka ku ezê nîşanî te bidim, mesken û taximên wî çêkin. |
|
| 10 |
|
| “Wê ji dara aqasyayê sindoqekê çêke. Wê dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîv û bilindahiya wê jî gaz û nîvek be. |
|
| 11 |
|
| Tê hundir û derveyî wê bi zêrê xas kiras bikî. Tê toqeke zêrîn bavêjî dora wê. |
|
| 12 |
|
| Tê ji bo wê çar xelekên zêrîn birijînî û wan li her çar lingên wê bixî, du xelek li kêlekekê, du xelekên din jî li kêleka din. |
|
| 13 |
|
| Tê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û wan bi zêr kiras bikî. |
|
| 14 |
|
| Ji bo hilgirtina sindoqê, tê destiyan di xelekên kêlekên sindoqê re derbas bikî. |
|
| 15 |
|
| Wê destî di xelekên sindoqê de bimînin, jê neyên derxistin. |
|
| 16 |
|
| Şahidiya ku ezê bidim te tê bixî nava sindoqê. |
|
| 17 |
|
| “Tê ji zêrê xas derxûnekî çêkî. Wê dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîvek be. |
|
| 18 |
|
| Tê du xerûbên zêrê karê kutayî çêkî û wê li ser herdu kêlekên derxûn de bin. |
|
| 19 |
|
| Xerûbekî li ser kêlekê, yê din jî li ser kêleka din çêke. Tê wan ji herdu xerûban ve, bi derxûn ve bikî yek perçe. |
|
| 20 |
|
| Wê xerûb baskên xwe li aliyê jorîn vekin û bi wan derxûn binixêmin. Wê rûyê wan li hev be û li derxûn binêrin. |
|
| 21 |
|
| Tê derxûn deynî ser sindoqê û Şahidiya ku ezê bidim te tê bixî nava sindoqê. |
|
| 22 |
|
| Ezê li wir te bibînim. Ezê ji ser derxûn, ji nav herdu xerûbên ser Sindoqa Şahidiyê de hemû emrên xwe yên ji bo gelê Îsraêl ji te re bêjim. |
|
| 23 |
|
| “Tê ji dara aqasyayê maseyekê çêkî. Wê dirêjahiya wê du gaz, berfirehiya wê gazek û bilindahiya wê gaz û nîvek be. |
|
| 24 |
|
| Tê wê bi zêrê xas kiras bikî û toqeke zêrîn bavêjî dora wê. |
|
| 25 |
|
| Tê li dora toqê, bi qasî çar tiliyan keviyekê çêkî û toqeke zêrîn bavêjî dora wê. |
|
| 26 |
|
| Tê ji bo maseyê çar xelekên zêrîn çêkî û li ser çar lingan deynî ser çar kujan. |
|
| 27 |
|
| Wê xelekên destiyên ji bo hilgirtina maseyê, nêzîkî kuj bin. |
|
| 28 |
|
| Tê destiyan ji dara aqasyayê çêkî û wan bi zêr kiras bikî. Wê mase bi wan bê hildan. |
|
| 29 |
|
| Tê ji bo maseyê, tas û firaxên bixûrê, tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê çêkî. Tê ji zêrê xas çêkî. |
|
| 30 |
|
| Tê Nanê Hizûrê hergav deynî ser maseyê, ber min. |
|
| 31 |
|
| “Tê ji zêrê xas şamdankekê çêkî. Wê ling û stûna wê ji karê kutayî be. Wê tasik, tevî kulîlk û qalikên wan, ji wê bin. |
|
| 32 |
|
| Wê ji kêlekên şamdankê şeş mil rabin, sê mil ji kêlekekê û sê milên din jî, ji kêleka din bin. |
|
| 33 |
|
| Wê li ser her milî, di şiklê kulîlka behîvê de sê tasik, tevî kulîlk û qalikê wê hebe. Wê her şeş milên şamdankê wiha bin. |
|
| 34 |
|
| Wê li ser şamdankê di şiklê kulîlka behîvê de çar tasik, tevî kulîlk û qalikê wan, hebin. |
|
| 35 |
|
| Ji bo her şeş milên ku ji şamdankê bilind dibin, di bin herdu milên pêşî, herdu milên diduyan û herdu milên sisêyan de qalik ji ber xwe hebe. |
|
| 36 |
|
| Wê qalik û milên wan bibin yek perçe. Tevahî ji zêrê xas yê karê kutayî be. |
|
| 37 |
|
| “Tê ji bo wê heft qendîlan çêkî, bi awayê ku ber xwe ronahî bikin, li ser şamdankê bi cih bikî. |
|
| 38 |
|
| Wê maşikên fitîlan û bixûrdankên wê ji zêrê xas bin. |
|
| 39 |
|
| Wê şamdank û taximên wê ji telantekê zêrê xas bê çêkirin. |
|
| 40 |
|
| Binêre û her tiştî li gorî mînaka li çiyê ji te re hat nîşandan çêke.” |
|
|
|
|