|
| 1 |
|
| Besalêl sindoqê ji dara aqasyayê çêkir. Dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîv û bilindahiya wê jî gaz û nîvek bû. |
|
| 2 |
|
| Wî hundir û derveyî wê bi zêrê xas kiras kir û toqeke zêrîn avêt dora wê. |
|
| 3 |
|
| Wî ji bo her çar lingên wê çar xelekên zêrîn rijandin, du xelek li kêlekekê, du xelekên din jî li kêleka din. |
|
| 4 |
|
| Wî ji dara aqasyayê destî çêkirin û ew bi zêr kiras kirin. |
|
| 5 |
|
| Ji bo hilgirtina sindoqê, wî destî di xelekên kêlekên sindoqê re derbas kirin. |
|
| 6 |
|
| Wî derxûn ji zêrê xas çêkir. Dirêjahiya wê du gaz û nîv, berfirehiya wê gaz û nîvek bû. |
|
| 7 |
|
| Wî du xerûbên zêrê karê kutayî çêkirin. Ew li ser herdu kêlekên derxûn de bûn. |
|
| 8 |
|
| Wî xerûbekî li ser kêlekê, yê din jî li ser kêleka din çêkirin. Wî wan ji herdu xerûban ve, bi derxûn ve çêkirin yek perçe. |
|
| 9 |
|
| Xerûb baskên xwe li aliyê jorîn vedikirin û bi wan derxûn dinixamtin. Rûyê wan li hev bûn û li derxûn dinêrin. |
|
| 10 |
|
| Wî mase ji dara aqasyayê çêkir, dirêjahiya wê du gaz, berfirehiya wê gazek û bilindahiya wê gaz û nîvek bû. |
|
| 11 |
|
| Wî mase bi zêrê xas kiras kir û toqeke zêrîn avêt dora wê. |
|
| 12 |
|
| Wî li dora toqê bi qasî çar tiliyan keviyek çêkir û toqeke zêrîn avêt dora wê. |
|
| 13 |
|
| Wî ji bo maseyê çar xelekên zêrîn çêkirin û li ser çar lingan danîn ser çar kujan. |
|
| 14 |
|
| Xelekên destiyên ji bo hilgirtina maseyê, nêzîkî kuj bûn. |
|
| 15 |
|
| Wî destiyên maseyê hildide, ji dara aqasyayê çêkirin û bi zêr kiras kirin. |
|
| 16 |
|
| Wî taximên maseyê –tas û firaxên bixûrê tevî tas û şerbikên pêşkêşiya rijandinê– ji zêrê xas çêkirin. |
|
| 17 |
|
| Wî ji zêrê xas şamdankekê çêkir. Ling û stûna wê ji zêrê karê çakûç bû. Tasik, tevî kulîlk û qalikên wan, ji wê bûn. |
|
| 18 |
|
| Ji kêlekên şamdankê şeş mil radibûn, sê mil ji kêlekekê û sê milên din ji kêleka din jî. |
|
| 19 |
|
| Li ser her milî, di şiklê kulîlka behîvê de sê tasik, tevî kulîlk û qalikê wê hebû. Her şeş milên şamdankê wiha bûn. |
|
| 20 |
|
| Li ser laşê şamdankê di şiklê kulîlka behîvê de çar tasik, tevî kulîlk û qalikê wan, hebûn. |
|
| 21 |
|
| Ji bo her şeş milên ku ji şamdankê bilind dibûn, di bin herdu milên pêşî, herdu milên diduyan û herdu milên sisêyan de qalik ji ber xwe hebûn. |
|
| 22 |
|
| Qalik û milên wan bûn yek perçe. Tevahî ji zêrê xas yê karê çakûç bû. |
|
| 23 |
|
| Wî heft qendîl, maşikên fitîlan û bixûrdankên wê ji zêrê xas çêkirin. |
|
| 24 |
|
| Wî şamdank û taximên wê ji telantekê zêrê xas çêkirin. |
|
| 25 |
|
| Wî ji dara aqasyayê gorîgeha bixûrê çêkir. Ew çargoşe bû. Dirêjahî û berfirehiya wê gazek, bilindahiya wê jî du gaz bû. Qiloçên wê ji wê bûn. |
|
| 26 |
|
| Wî ser wê, her aliyê wê û qiloçên wê bi zêrê xas kiras kirin. Ji bo dora wê jî toqeke zêrîn çêkir. |
|
| 27 |
|
| Wî li herdu kêlekên wê, li bin toqa wê du xelekên zêrîn çêkirin. Wan ji bo derbaskirina destiyên hilgirtina gorîgehê bûn. |
|
| 28 |
|
| Wî destî ji dara aqasyayê çêkirin û bi zêr kiras kirin. |
|
| 29 |
|
| Wî bi hosteyî rûnê pîroz û bixûra xas a bêhnxweş çêkir. |
|
|
|
|