Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Lawo, heke tu gotinên min qebûl bikî, Emrên min di dilê xwe de hilînî, |
| 2 |
| Heke tu guhdariya şehrezayiyê bikî Û dilê xwe ber bi fêmdariyê ve meyildar bikî, |
| 3 |
| Heke tu gazî têgihîştinê bikî Û dengê xwe ji bo fêmdariyê bilind bikî, |
| 4 |
| Heke wekî zîv li wê bigerî Û wekî xezîneyê li pey wê bikevî, |
| 5 |
| Wî çaxî tê tirsa Xudan fêm bikî Û zanîna Xwedê peyda bikî. |
| 6 |
| Çimkî yê ku şehrezayiyê dide Xudan e, Ji devê wî zanabûn û fêmdarî dibare. |
| 7 |
| Ew şîretê ji bo kesên dilrast hildide. Ji bo kesên di riya xwe de kamil in, mertal e, |
| 8 |
| Ew rêçikên edaletê diparêze, Hay ji riya dilsozên xwe heye. |
| 9 |
| Wî çaxî tê fêm bikî Ku rastî, edalet, wekhevî û her riya qenc çi ye. |
| 10 |
| Çimkî wê şehrezayî bikeve dilê te, Zanîn li xweşa canê te here. |
| 11 |
| Wê feraset ji bo te bibe parêzvan Û fêmdarî ji bo te bibe nobedar |
| 12 |
| Ku te ji riya xerab, Ji gotina kesê şaş rizgar bike. |
| 13 |
| Ew dev ji rêçikên rast berdide Ku di riyên tarî de bimeşe. |
| 14 |
| Ew bi xerakirinê şa dibin Û bi zêdehiya şaşiyê dilgeş dibin. |
| 15 |
| Riyên wan xwar in, Rêçikên wan hîlekar in. |
| 16 |
| Wê şehrezayî te ji jina çavlider, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa rizgar bike. |
| 17 |
| Wê te ji jina hevalê ciwaniya xwe berdide Û peymana li ber Xwedayê xwe kiriye ji bîr dike, rizgar bike. |
| 18 |
| Çimkî mala wê berjêrî mirinê dike, Riyên wê jî dibe warê miriyan. |
| 19 |
| Tu kesê ku çûye ba wê venagere Û nagihîje riyên jiyanê. |
| 20 |
| Loma di riya qencan de bimeşin, Rêçikên rastan herdem bidomîne. |
| 21 |
| Çimkî kesên dilrast wê li welêt bijîn, Kesên bêsûc wê li welêt bimînin. |
| 22 |
| Lê kesên xerab wê ji welêt bên avêtin Û koka xayînan bê rakirin. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/proverbs/002.mp3
31
2