Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Bi şev li ser nivînên xwe, Ez li delalê xwe geriyam. Ez lê geriyam, lê min nedît. |
| 2 |
| Min got: “Ez rabim li nav bajêr bigerim, Li kuçe û li meydanan, Li delalê xwe bigerim.” Ez lê geriyam, lê min nedît. |
| 3 |
| Nobedar li bajêr rastî min hatin. Min pirsî: “Gelo we delalê min nedîtiye?” |
| 4 |
| Hê nû ji wan veqetiyabûm, Min delalê xwe dît. Min ew girt û berneda Heta min ew bir mala diya xwe, Odeya jina ku ez anîbûm dinyayê. |
| 5 |
| Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze. |
| 6 |
| Ev kî ye, ji çolê tê? Kî wekî stûna dûyê, Bi her cure biharata bazirganiyê, Bi mûr û guniyê Bêhn lê bûyiye? |
| 7 |
| Va ye texterewanê Silêman! Ji mêrxasên Îsraêlê, Şêst mêran dor lê pêçane. |
| 8 |
| Hemûyan şûrên xwe hildane, Şervanên perwerdekirî ne, Ew di sawa şevê de ne, Şûrê wan li ser qorika wan e. |
| 9 |
| Silêmanê Padîşah, ji darên Lubnanê Çêkir texterewanê. |
| 10 |
| Wî destiyên wê ji zîv, Binê wê ji zêr çêkirin. Dewşeka wê bi qumaşê binevşî kiras kirin. Keçên Orşelîmê, Nava wê raxistin bi hezkirinê. |
| 11 |
| Ya keçên Siyonê, derkevin! Silêmanê padîşah bi taca wî bibînin! Ew taca ku di roja daweta wî de, Di roja şahiya dilê wî de Diya wî, danî serê wî. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/songofsolomon/003.mp3
8
3