Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Jina herî delal, Evîndarê te bi ku ve çû? Evîndarê te bi kîjan aliyê ve çû? Em jî bi te re lê bigerin. |
| 2 |
| Evîndarê min çûye bexçeyê xwe, Mişara kulîlkên bêhnxweş Ku pez biçêrîne û sosinan bicivîne. |
| 3 |
| Ez ya evîndarê xwe me, Ew jî yê min e. Li nav sosinan pez diçêrîne. |
| 4 |
| Yara min, tu wekî Tîrsayê delal î, Wekî Orşelîmê xweşik î. Wekî artêşa ala xwe vekiriye, biheybet î. |
| 5 |
| Tu çavên xwe ji ser min bide alî, Wan ez têk birim. Keziyên te, wekî keriyê bizinan e Ku ji pala Gîladê tên xwarê. |
| 6 |
| Diranên te, wekî keriyê miyan in Ku nû hatine şûştin. Hemû jî cêwî ne, Yek ji wan jî neketiye. |
| 7 |
| Dêmên te di pişt xêliyê de, Wek şeqê hinarê ne. |
| 8 |
| Dibe ku li wir şêst şahbanû, Heştê carî û bêhejmar keçik hebin, |
| 9 |
| Lê kevoka min a bêqisûr, yekta ye. Ew yektaya diya xwe ye, Bîbika çavê dayika xwe ye. Keçikên ew dît, got: “Xwezî bi wê.” Şahbanû û cariyeyên ew dît û pesnê wê da. |
| 10 |
| Ev jin kê ye? Nêrînên wê wekî seherê, Wekî heyvê delal e, Wekî rojê dibiriqe, Wekî artêşa ala xwe vekirî ye, biheybet e. |
| 11 |
| Ez çûm bexçeyê gûzan Ku bibînim şaxên şîn ên newalan. Ka bibînim mêw gupik dane? Ka bibînim kulîlkên hinaran pişkivîne? |
| 12 |
| Bêhemdê xwe, Daxwaza min ez li erebeyên şer ên gelê min siwar kirim. |
| 13 |
| Vegere, vegere keça Şûlamî! Vegere, vegere em li te binêrin. Çawa ku kes li govenda Mahanayîmê dinêrin, Çima hûn li keçika Şûlamî dinêrin? |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/songofsolomon/006.mp3
8
6