Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Lingên te di çaroxan de çiqas xweşik in, lê dotmîrê! Qorikên te yên gilover wekî cewahir in, Karê destê hosteyan e. |
| 2 |
| Navika te wekî taseke gilover, Şeraba tevlihev jê kêm nabe. Zikê te mîna loda genim e, Bi sosinan rapêçandî ye. |
| 3 |
| Herdu memikên te, wekî cotek karxezal, Mîna cêwîkên xezalekê. |
| 4 |
| Stûyê te wekî birca ji diranê fîlan e, Çavên te mîna hewzên Heşbonê ne, Hewzên li ber dergehê Bat-Rabbîmê. Pozê te wekî birca Lubnanê Ji jor ve li Şamê dinêre. |
| 5 |
| Serê te, mîna Çiyayê Karmelê Li ser gewdeya te ye, Keziyên te binevşî, Padîşah bû êsîrê biskên te. |
| 6 |
| Evînê! Tu bi qasî xweşik î, Ewqas jî şîrîn î. Hemû kêf ji te ne. |
| 7 |
| Bejna te dişibe dara xurmê, Memikên te dişibin gûşiyên wê. |
| 8 |
| Min got: “Ez herim ser dara xurmê, Bi çiqlên wê bigirim.” Bila memikên te wekî gûşiyên tirî bin, Hilma te wekî bêhna sêvê. |
| 9 |
| Şeraba herî xas e devê te. Bila ew şerab rasterast here ba evîndarê min, Bila biherike lêv û diranan. |
| 10 |
| Ez ya evîndarê xwe me, Daxwaza wî ez im. |
| 11 |
| Were evîndarê min, em herin mêrgan, Şeva xwe biborînin li holikan. |
| 12 |
| Serê sibê em herin nav rezan Ku bibînin mêwê gupik dane, Kulîlk dane, Kulîlkên hinaran pişkivîne. Li wir ezê evîna xwe pêşkêşî te bikim. |
| 13 |
| Sêvikên evînê xweş bêhn didin. Li serdêrên me, Her cure fêkiyên bijare, Hişk û ter hene. Min ji bo te civandin, evîndarê min. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/songofsolomon/007.mp3
8
7