Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Wê demê Merodak-Baladanê kurê Baladanê Padîşahê Babîlê, ji Hîzqiya re name û diyariyek şandin. Çimkî wî bihîstibû ku Hîzqiya nexweş ketiye û baş bûye. |
| 2 |
| Hîzqiya bi wan şa bû û mala tiştên hêja, zêr û zîv, biharat û rûnê bêhnxweş, tevahiya cebilxane, hemû tiştên odeyên xezîneya xwe nîşanî wan da. Tiştek li qesir û tevahiya welatê wî nema ku Hîzqiya nîşanî wan neda. |
| 3 |
| Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi got? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine ba min.” |
| 4 |
| Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.” |
| 5 |
| Îşaya ji Hîzqiya re got: “Li gotina Xudanê Karîndar guhdarî bike. |
| 6 |
| Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne. |
| 7 |
| Hinek ji kurên te, yên ji bedena te çêbin, wê bibin û li qesra Padîşahê Babîlê nemêr bikin.’” |
| 8 |
| Hîzqiya ji Îşaya re got: “Gotina Xudan a ku tu dibêjî baş e.” Çimkî di dilê xwe de digot: “Jixwe wê di rojên min de aştî û ewlehî pêk bê.” |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/isaiah/039.mp3
66
39