Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Piştî ku Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm, serekên Cihûdayê, hoste û hesinkaran ji Orşelîmê sirgûn kirin û ew birin Babîlê, Xudan du selik hejîrên ku danîne pêş Perestgeha Xudan nîşanî min da. |
| 2 |
| Di selikekê de hejîrên beriya havînê hebûn ku pir baş bûn. Lê di selika din de hejîrên pir xerab hebûn ku nedihatin xwarin. |
| 3 |
| Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.” |
| 4 |
| Gotina Xudan ji min re hat û got: |
| 5 |
| “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Wekî van hejîrên baş, ezê sirgûniyên Cihûdayî yên ku min ji vir şandine welatê Kildaniyan baş bihesibînim. |
| 6 |
| Wê çavê min, ji bo qencî li ser wan be û ezê wan careke din bînim vî welatî. Ezê wan ava bikim û hilneweşînim. Ezê wan daçikînim û ji kokê ranekim. |
| 7 |
| Ezê dilekî bidim wan ku fêm bikin ez Xudan im. Wê gelê min bin û ezê Xwedayê wan bim. Çimkî wê bi hemû dilê xwe li min vegerin.’” |
| 8 |
| “Xudan wiha dibêje: ‘Lê ezê bi Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wan, saxmayiyên Orşelîmê yên li vî welatî dimînin û yên li welatê Misrê rûdinin re, wekî bi van hejîrên xerab re tevbigerim ku ji bo xerabûna wan nayên xwarin. |
| 9 |
| Ezê wan di çavê hemû padîşahiyên dinyayê de bikim mijara saw û şermê. Wê li her cihê ku min ew sirgûn kirin, bibin mijar û meseloka tinazkirinê û naletkirinê. |
| 10 |
| Heta ku ew ji ser axa ku min da wan û bav û kalên wan bi tevahî tune bin, ezê şûr, kul û xelayê bînim ser wan.’” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jeremiah/024.mp3
52
24