Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Şefatyayê kurê Mattan, Gedalyayê kurê Paşxûr, Yehûxalê kurê Şelemya û Paşxûrê kurê Malkiya, ev gotinên ku Yêremya ji tevahiya gel re gotin, bihîstin: |
| 2 |
| “Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’ |
| 3 |
| Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev bajar esse bikeve destê artêşa Padîşahê Babîlê û bê desteserkirin.’” |
| 4 |
| Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!” |
| 5 |
| Sîdqiyayê Padîşah got: “Va ye, ew di destê we de ye. Padîşah li dijî we tiştekî nake.” |
| 6 |
| Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê. |
| 7 |
| Lê Eved-Melekê Kûşî yê li qesrê karmend bû, bihîst ku wan Yêremya avêtine sarincê. Di vê navberê de padîşah li Dergehê Binyamînê rûdinişt. |
| 8 |
| Li ser vê yekê Eved-Melek ji qesrê derket, çû ba padîşah û got: |
| 9 |
| “Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.” |
| 10 |
| Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.” |
| 11 |
| Eved-Melek zilam hildan û çûn odeya jêrîn a binê xezîneya qesrê. Wan ji wê derê cil û kincên çiriyayî hildan û bi werîsan dirêjî Yêremyayê binê sarincê kirin. |
| 12 |
| Eved-Melekê Kûşî ji Yêremya re got: “Cil û kincên çiriyayî bixe navbera werîs û binçengên xwe.” Yêremya wisa kir. |
| 13 |
| Wan jî Yêremya bi werîsan kişand û ji sarincê derxist. Yêremya li hewşa parêzvanan ma. |
| 14 |
| Sîdqiyayê Padîşah şand pey Yêremyayê Pêxember. Gava Yêremya hat ber deriyê sisêyan ê Mala Xudan, padîşah jê re got: “Ezê tiştekî ji te bipirsim. Ji min tiştekî veneşêre.” |
| 15 |
| Yêremya ji Sîdqiya re got: “Heke ez ji te re bêjim, tê min bikujî, ne wisa? Ez şîretan jî li te bikim, tê guhdariya min nekî.” |
| 16 |
| Sîdqiyayê Padîşah bi dizî ji Yêremya re sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku can da me, ezê te nekujim û te nedim destê van zilamên li pey kuştina te ne.” |
| 17 |
| Wî çaxî Yêremya ji Sîdqiya re got: “Xwedayê Îsraêl, Xwedayê Karîndar Xudan wiha dibêje: ‘Heke tu bi xwe herî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, tê bijî û wê ev bajar jî neşewite. Tu û mala xwe hûnê sax bimînin. |
| 18 |
| Lê tu neçî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, wê ev bajar bikeve destê Kildaniyan û wê bajêr bişewitînin. Tê jî nikaribî ji wan birevî.’” |
| 19 |
| Wî çaxî Sîdqiyayê Padîşah ji Yêremya re got: “Ez ditirsim min bidin destê Cihûdayiyên ku teslîmê Kildaniyan bûne û ewê jî min rezîl bikin.” |
| 20 |
| Yêremya got: “Te nadin destê wan. Ji kerema xwe guh bide dengê Xudan ku ez ji te re dibêjim. Wê qencî bi te bê kirin û canê te sax bimîne. |
| 21 |
| Lê heke tu naxwazî teslîmê wan bibî, gotina ku Xudan ji min re got ev e: |
| 22 |
| ‘Va ye, wê hemû jinên li qesra Padîşahê Cihûdayê mane bibin ba fermandarên Padîşahê Babîlê û wê ew jin ji te re bêjin: “‘Mirovên tu bi wan ewle yî, Tu xapandî û tu têk birî. Ji ber ku niha lingên te ketin nav heriyê, Ew zivirîn û çûn.’ |
| 23 |
| “Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.” |
| 24 |
| Sîdqiya ji Yêremya re got: “Bila kes van gotinan nebihîze ku tu neyî kuştin. |
| 25 |
| Heke serek bibihîzin ku ez bi te re peyivîme, werin û ji te re bêjin: ‘Te ji padîşah re çi got, padîşah ji te re çi got? Ji me re bêje, ji me veneşêre ku em te nekujin,’ |
| 26 |
| wî çaxî tê ji wan re bêjî: ‘Min ji padîşah lava kir û got: Min venegerîne mala Yonatan ku ez li wir nemirim.’” |
| 27 |
| Hemû serek hatin, ji Yêremya pirsîn û wî jî bi awayê ku padîşah lê emir kiriye ji wan re got. Loma wan êdî tiştekî jê re negot, çimkî tu kesî tiştekî nebihîstibû. |
| 28 |
| Heta roja Orşelîm hat desteserkirin, Yêremya li hewşa parêzvanan ma. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jeremiah/038.mp3
52
38