Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Yêremya tevahiya gotina Xwedayê wan Xudan ji hemûyan re gotibû ku Xwedayê wan Xudan ew şandibû ku bibêje. |
| 2 |
| Wê gavê Ezaryayê kurê Hoşaya, Yohananê kurê Qarêah û hemû qureyên din ji Yêremya re got: “Tu derewan dikî! Xwedayê me Xudan tu neşandî ba me ku bêjî: ‘Neçin Misrê! Li wir nebin mêvan.’ |
| 3 |
| Lê Barûkê kurê Nêriya li dijî me te sor dike. Ew dixwaze me bixe destê Kildaniyan ku me bikujin an sirgûnê Babîlê bikin.” |
| 4 |
| Bi vî awayî Yohananê kurê Qarêah, hemû fermandar û tevahiya gel guh neda dengê Xudan. Ew li welatê Cihûda neman. |
| 5 |
| Lê Yohananê kurê Qarêah û hemû fermandar, saxmayiyên gelê Cihûda yên hatibûn ajotin û ji hemû miletan vegeriyabûn welatê Cihûda ku tê de rûnin, bi xwe re birin. |
| 6 |
| Wan tevahiya jin, mêr, zarok û keçên padîşah birin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan li ba Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan hiştibûn. Yêremyayê Pêxember û Barûkê kurê Nêriya jî bi wan re bûn. |
| 7 |
| Wan guhdariya dengê Xudan nekir. Ew çûn welatê Misrê û hatin Tahpanhêsê. |
| 8 |
| Gotina Xudan li Tahpanhêsê ji Yêremya re hat û got: |
| 9 |
| “Hinek kevirên mezin bixe destê xwe û li ber şêmîka deriyê qesra Firewn a li Tahpanhêsê, di nav xerca kelpîçan de veşêre. Vê yekê li ber çavê gelê Cihûda bike |
| 10 |
| û ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Va ye, ezê Nebûxadnessarê xulamê xwe Padîşahê Babîlê bişînim û bînim vir. Ezê li ser van kevirên ku min veşartine, textê wî deynim. Wê konê padîşahiya xwe li ser wan vede. |
| 11 |
| Wê were û êrîşî welatê Misrê bike. “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr. |
| 12 |
| Wê êgir berde malên îlahên Misrê. Wê wan bişewitîne û sirgûn bike. Çawa ku şivanek kulavê xwe li xwe dipêçe, wê welatê Misrê jî wisa bipêçe. Piştre wê ji wir bi xêr û silamet derkeve. |
| 13 |
| Wê kevirbelan bişikêne ku li Mala Rojê ya li Misrê ne. Wê perestgehên îlahên Misrê jî bişewitîne.’” |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jeremiah/043.mp3
52
43