Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Yêremyayê Pêxember ev gotin ji Barûkê kurê Nêriya re digotin û Barûk jî, ji devê wî ev li ser tomarekê dinivîsandin. Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de Yêremya jê re got: |
| 2 |
| “Barûko! Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re wiha dibêje: |
| 3 |
| ‘Te got: Wey li min! Çimkî Xudan kûl û keder danî ser êşa min. Ez ji nalînê westiyam, ji min re rihetî tuneye.’ |
| 4 |
| “Loma Xudan ji min re got: ‘Tê jê re wiha bêjî: Ezê ya ku min ava kiriye hilweşînim û ya min daçikandiye ango seranserê welêt ji kokê rakim. |
| 5 |
| Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan! Çimkî hindik maye ku ez xerabiyê bi ser hemû beşerê ve bînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Lê li her dera ku tu heriyê, ezê canê te ji te re bikim malê talên.’” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jeremiah/045.mp3
52
45