Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Gotina Xudan a li dijî Filîstiyan ku beriya Firewn êrîşî Xezayê kir, ji Yêremyayê Pêxember re hat ev e: |
| 2 |
| Xudan wiha dibêje: “Va ye av ji bakur bilind dibe, Wê bibe lehiya ku dide ber xwe û dibe! Wê bi ser welêt û her tiştê tê de, Bi ser bajêr û şêniyên wî de were. Wê mirov bikin hewar, Wê hemû şêniyên welêt bizarin. |
| 3 |
| Wê ji dengê beza simên hespên hêzdar, Ji teqereqa erebeyan û xirecira tekelan, Bav ji bo rizgarkirina zarokên xwe jî nezivirin. Destê wan sist bû, |
| 4 |
| Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne. |
| 5 |
| Wê Xeza rût û Aşqelon bêdeng be. Ya saxmayiyên deştê! Hûnê heta kengê bedena xwe birîndar bikin? |
| 6 |
| Ax şûrê Xudan! Tê heta kengê bidomînî? Bikeve kalanê xwe, bisekine û bêdeng be. |
| 7 |
| Lê gava Xudan emir da Û kifş kir ku êrîşî Aşqelonê û keviyên deryayê bike, Wê şûr çawa bisekine?” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jeremiah/047.mp3
52
47