|
| 1 |
|
| Ew mirovê ku ji ber xezeba gopalê Xudan Êş û elem kişand, ez im. |
|
| 2 |
|
| Wî ez ajotim û ne di ronahiyê de, Lê di tariyê de meşandim. |
|
| 3 |
|
| Tevahiya rojê, dîsa dîsa Bi dijwarî li dijî min destê xwe radike. |
|
| 4 |
|
| Wî çerm û goştê min helandin, Wî hestiyên min şikandin. |
|
| 5 |
|
| Wî li dijî min dîwar çêkir Û der û dora min bi êş û tengasiyê pêça. |
|
| 6 |
|
| Wekî miriyên dema berê, Wî ez li taristanê dam rûniştandin. |
|
| 7 |
|
| Wî li dora min dîwar danî, Ez nikarim derkevim derve, Wî zincîrên min giran kirin. |
|
| 8 |
|
| Tevî ku diqîrim û dikim hewar, Ew derî li ber duaya min digire. |
|
| 9 |
|
| Wî bi kevirên necirandî riya min birî, Riyên min xwarovîçko kirin. |
|
| 10 |
|
| Ew ji bo min wekî hirçekî di kozikê de ye, Mîna şêrekî xwe veşartî ye. |
|
| 11 |
|
| Wî ez ji rê averê kirim, Wî ez perçe û wêran kirim. |
|
| 12 |
|
| Wî kevanê xwe tikand Û ji bo tîr ez kirim nîşan. |
|
| 13 |
|
| Wî tîrên tîrdanka xwe Di gurçikên min de avêtin. |
|
| 14 |
|
| Ez li ber gelê xwe bûm pêkenok, Tevahiya rojê bûm kilama devê wan. |
|
| 15 |
|
| Wî ez bi giyayê tehl têr kirim, Wî ava zirîçkê bi min da vexwarin. |
|
| 16 |
|
| Wî diranên min bi kevirokan şikandin, Wî ez nizim kirim nav xweliyê. |
|
| 17 |
|
| Wî canê min ji aştiyê dûr xist, Min qencî ji bîr kir. |
|
| 18 |
|
| Loma ez dibêjim: “Dermanê min nema, Hêviya min a ji Xudan tuneye.” |
|
| 19 |
|
| Tengasî û bêmaliya min Bi êş û giyayê zirîçkê tê bîra min! |
|
| 20 |
|
| Canê min hergav li ser difikire Û di hundirê min de dihele. |
|
| 21 |
|
| Lê ez vê yekê tînim bîra xwe Loma ez hêvîdar im. |
|
| 22 |
|
| Dilovaniya Xudan bêdawî ye, Rehma wî qet naqede. |
|
| 23 |
|
| Ew her sibe nû ye, Dilsoziya te mezin e. |
|
| 24 |
|
| Canê min dibêje: “Para min Xudan e, Loma ez pê hêvîdar im.” |
|
| 25 |
|
| Xudan ji bo hêvîdarên xwe Ji canên lê digerin re qenc e. |
|
| 26 |
|
| Mayîna bêdengî ya li benda rizgariya Xudan, qenc e. |
|
| 27 |
|
| Erê, ji bo mirov qenc e Ku di xortaniya xwe de nîr hilgirtin. |
|
| 28 |
|
| Bila ew bi tena serê xwe rûne û bêdeng be, Çimkî Xudan ev nîr danî ser. |
|
| 29 |
|
| Bila bêyî ku hêvî bibire, Bi nefsbiçûkî bi devê xwe axê maç bike. |
|
| 30 |
|
| Bila rûçikê xwe bide kesê lê dixe Û bi riswatiyê têr bibe. |
|
| 31 |
|
| Çimkî Reb mirovekî her û her red nake. |
|
| 32 |
|
| Tevî ku ew aciz jî dike, Li gorî zêdebûna dilovaniya xwe, Wê dîsa were rehmê. |
|
| 33 |
|
| Çimkî ew bi dilxwazî Ew mirovekî aciz û eziyet nake. |
|
| 34 |
|
| Gava hemû girtiyên welêt Di bin lingan de diperçiqînin, |
|
| 35 |
|
| Çaxê li hizûra Xwedayê Herî Berz Mafên mirovahiyê dixwin, |
|
| 36 |
|
| Dema dozan şaş dikin, Ma Reb tiştekî nabîne? |
|
| 37 |
|
| Heta Reb emir neke, Kî tiştekî dibêje û pêk tîne? |
|
| 38 |
|
| Ma gotina devê Xwedayê Herî Berz Hem qencî hem xerabî nayîne? |
|
| 39 |
|
| Gelo mirovê zindî Dikare ji cezayê gunehê xwe gazinan bike? |
|
| 40 |
|
| Em li riyên xwe bikolin û biceribînin, Em li Xudan vegerin. |
|
| 41 |
|
| Ji Xwedayê li ezmanan re Em dil û destên xwe vekin. |
|
| 42 |
|
| Me guneh û serhildan kir Û te em êdî nebexişandin. |
|
| 43 |
|
| Te hêrs li xwe kir, Tu ketî pey me, Te bêrehm kuştin. |
|
| 44 |
|
| Te xwe bi ewran nixamt Ku duayek tê re derbas nebe. |
|
| 45 |
|
| Te em di nav miletan de kirin pîs û zibil. |
|
| 46 |
|
| Hemû dijmin li dijî me devê xwe vekir. |
|
| 47 |
|
| Saw û çal, wêranbûn û şikestin hatin ser me. |
|
| 48 |
|
| Ji ber şikestina gelê min ê delal, Hêsir ji çavê min dibarin. |
|
| 49 |
|
| Bêyî bêhnvedan, bêyî rawestan, Hêsir ji çavê min tên, |
|
| 50 |
|
| Heta ku Xudan li jêr binêre, Heta ku ji ezmanan bibîne. |
|
| 51 |
|
| Ji ber rewşa hemû keçên bajarê min, Jana çavê min avêt canê min. |
|
| 52 |
|
| Kesên bêsedem bûne dijminên min, Wekî teyrekî ez nêçîr kirim. |
|
| 53 |
|
| Wan ez sax avêtim bîrê Û kevir avêtin ser min. |
|
| 54 |
|
| Av bi ser min de ket, Min got: “Ez helak bûm!” |
|
| 55 |
|
| Ji binê bîrê min gazî navê te kir: “Ya Xudan!” |
|
| 56 |
|
| Te dengê min bihîst: “Axîn û hewara min piştguh neke!” |
|
| 57 |
|
| Roja min gazî te kir, tu nêzîk bûyî, Te got: “Netirse!” |
|
| 58 |
|
| Ya Reb! Te parastina doza min kir, Te canê min rizgar kir. |
|
| 59 |
|
| Ya Xudan! Te neheqiya ku wan li min kir dît, Mafê min biparêze. |
|
| 60 |
|
| Te hemû tola wan a li dijî min, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min dîtin. |
|
| 61 |
|
| Ya Xudan! Te riswatiya wan, Hemû fen û fûtên wan ên li dijî min bihîstin. |
|
| 62 |
|
| Pistepista ser lêvên dijberên min, Tevahiya rojê li dijî min derdikeve. |
|
| 63 |
|
| Binêre! Gava rabûn û rûniştin, Ez kilama devê wan im. |
|
| 64 |
|
| Ya Xudan! Li gorî karê destê wan bergîdana wan bide. |
|
| 65 |
|
| Dilhişkiyê bide wan, naleta te li wan be. |
|
| 66 |
|
| Bi hêrs bide pey wan Û ji binê ezmanan tune bike, ya Xudan! |
|
|
|
|