Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Xudan, ya ku hatiye serê me bi bîr bîne, Binêre û riswatiya me bibîne. |
| 2 |
| Mîrasa me bû para xerîban, Xaniyên me ji biyaniyan re man. |
| 3 |
| Em sêwî û bêbav bûn, Dayikên me bûn wekî jinebiyan. |
| 4 |
| Me pere da ku em avê vexwin, Êzingên me bi pere tên kirîn. |
| 5 |
| Kesên li pey me ne pir nêzîk bûn, Em westiyan, ji bo me rihetî tuneye. |
| 6 |
| Ji bo ku em ji nên têr bibin, Me destê xwe da Misrê û Aşûrê. |
| 7 |
| Bav û kalên me guneh kir, Lê ew êdî tunene. Me barê neheqiyên wan hilgirt. |
| 8 |
| Kole li ser me serweriya xwe dajon, Kesê me ji destê wan rizgar bike tuneye. |
| 9 |
| Ji ber şûr li çolê, Em nanê xwe bi bihayê canê xwe bi dest dixin. |
| 10 |
| Ji ber germ û şewata xelayê, Çermê me wekî tenûrê qemirî. |
| 11 |
| Li Siyonê jin, Li bajarê Cihûdayê keçên xama xera kirin. |
| 12 |
| Serek bi destê wan hatin darvekirin, Qedrê kalan nema. |
| 13 |
| Xortan beraş gerandin, Zarok di bin êzingan de terpilîn. |
| 14 |
| Êdî kal li ber dergehê bajêr rûnanin, Saz ji xortan hatin standin. |
| 15 |
| Şabûna dilê me qediya, Govendên me vegeriyan şînê. |
| 16 |
| Taca serê me ket, Wey li me! Çimkî me guneh kir. |
| 17 |
| Bi vî awayî dil bi me ve nemaye Û çavê me tarî bûye. |
| 18 |
| Ji ber wêranbûna Çiyayê Siyonê, Li ser wî çeqel digerin. |
| 19 |
| Ya Xudan! Tu her û her li textê xwe rûdinî, Textê te jî nifş bi nifş didomîne. |
| 20 |
| Tu çima herdem me ji bîr dikî? Ji bo çi demeke dirêj terka me dikî? |
| 21 |
| Me li xwe bizivirîne ya Xudan, emê vegerin, Rojên me yên borî, wekî berê teze bike. |
| 22 |
| Yan na, ma te em bi tevahî red kirin? Gelo tu gelekî zêde li me hêrs bûyî? |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/lamentations/005.mp3
5
5