Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê. |
| 2 |
| Doza Xudan bi Cihûda re heye. Wê li gorî riya wî, ziriyeta Aqûb ceza bike, Wê cezayê kirinên wî bide. |
| 3 |
| Di zikê diya xwe de, Aqûb bi pehniya birayê xwe girt. Di mêrantiya xwe de, Bi Xwedê re rikeberî kir. |
| 4 |
| Bi milyaket re rikeberî kir û bi ser ket, Giriya û jê lava kir ku wî pîroz bike. Wî Xwedê li Bêt-Êlê dît, Ew li wir bi me re axivî. |
| 5 |
| Xwedayê Karîndar Xudan, Navê wî Xudan e! |
| 6 |
| Tu jî, vegere Xwedayê xwe. Dilovanî û edaletê ji xwe re bigire, Her dem li benda Xwedayê xwe be. |
| 7 |
| Wekî mêzîna destê bazirganekî, Efrayîm jî, ji xapandinê hez dike. |
| 8 |
| Ew bi xwe dibêje: “Ez gelek dewlemend bûm. Ez bûm xweyî mal, Wê di tevahiya kedên min de Neheqî û gunehê min nebînin.” |
| 9 |
| “Lê min, Xwedayê te Xudan Tu ji welatê Misrê deranî. Her wekî rojên cejnê, Ezê dîsa te di konan de bidim rûniştandin. |
| 10 |
| Min ji pêxemberan re jî digot. Min dîtinî zêde kirin, Min bi riya pêxemberan meselok gotin.” |
| 11 |
| Li Gîladê xerabî heye. Bi rastî ew qelp in, Li Gîlgalê gayan qurban dikin. Loma jî gorîgehên wan Wekî şikêrên kevirên zeviyên ajotî ne. |
| 12 |
| Aqûb reviya çû diyarê Aramê, Îsraêl ji bo jinekê bû xulam, Ji bo jinekê şivantî kir. |
| 13 |
| Xudan bi riya pêxemberekî, Gelê Îsraêl ji Misrê deranî, Bi riya pêxemberekî jî ew parast. |
| 14 |
| Efrayîm Xwedê zêde hêrs kir. Wê Reb heyfa xwîna ku rijandine bistîne, Tinazên wan li wan vegerîne. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/hosea/012.mp3
14
12