Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Ya Îsraêl, vegere Xwedayê xwe Xudan, Çimkî tu li sûcê xwe terpilî. |
| 2 |
| Bi duayên xwe li Xudan vegerin. Jê re bêjin: “Hemû sûcên me bibexişîne. Tiştên baş qebûl bike, Em jî pêşkêşiyên lêvên xwe bidin. |
| 3 |
| Aşûr nikare me rizgar bike. Emê li hespan siwar nebin, Êdî emê ji keda destê xwe re nebêjin: ‘Xwedayê me!’ Çimkî sêwî bi te re rehmê dibîne. |
| 4 |
| “Ezê çivanokiya wan rast bikim, Ezê wan ji dil hez bikim, Çimkî hêrsa min ji ser wan rabû. |
| 5 |
| Ezê ji gelê Îsraêl re bibim wekî xunav. Wê wekî sosinan kulîlk veke, Mîna sedra Lubnanê kok vede. |
| 6 |
| Wê şax bide, Wê xweşiya wî wê bişibe darzeytûnan Û bêhna wî bibe wekî sedra Lubnanê. |
| 7 |
| Wê careke din mirov bên û li bin siya wî rûnin. Wê gelê Îsraêl wekî dexil şîn bibe, Mîna mêwê kulîlk vede. Wê bi qasî şeraba Lubnanê navdar bibe. |
| 8 |
| Ya Efrayîm, çi karê min bi pûtan re heye? Ezê bersivê bidim û ezê hay ji te hebim. Ez mîna dara çama şîn im, Fêkiyê te ji min e.” |
| 9 |
| Şehreza van tiştan fêm dike, Fêmdar wan dizane. Riyên Xudan rast in Û kesê rast di wan de dimeşe. Lê serhildêr bi wan diterpile. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/hosea/014.mp3
14
14