Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.” |
| 2 |
| Bi vî awayî min ew bi panzdeh şekelî zîv, homerek û letekek ceh ji xwe re anî |
| 3 |
| û jê re got: “Tê demeke dirêj bi min re bijî. Tê zinayê nekî, li pey tu mêran nekevî. Ezê jî nêzîkî te nebim.” |
| 4 |
| Çimkî gelê Îsraêl wê demeke dirêj bê padîşah û serek, bê qurban û kevirbel, bê êfod û pûtê malê bimînin. |
| 5 |
| Paşê wê Îsraêlî vegerin û li Xwedayê xwe Xudan û padîşahê xwe Dawid bigerin. Di rojên pêş de, wê xwe bispêrin tirs û kerema Xudan. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/hosea/003.mp3
14
3