Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Werin, em li Xudan vegerin. Wî em perçe kirin, Wê me baş jî bike. Wî em birîndar kirin, Wê birîna me jî bipêçe. |
| 2 |
| Piştî du rojan wê me vejîne, Di roja sisêyan de wê me rake ser piyan Ku em li pêş wî bijîn. |
| 3 |
| Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê. |
| 4 |
| Xudan wiha dibêje: “Ya Efrayîm ez çi bikim ji te? Ya Cihûda ez çi bikim ji te? Dilovaniya we mîna mija serê sibê ye, Mîna xunava zû radibe û diçe. |
| 5 |
| Loma min bi riya pêxemberan ew perçe kirin, Min ew bi gotinên devê xwe kuştin. Hikmên min mîna ronahiyê derket. |
| 6 |
| Çimkî ez dilovaniyê dixwazim, ne qurbanê. Ji qurbanên şewitandinê bêtir, Zanîna Xwedê dixwazim. |
| 7 |
| Lê wan li bajarê Adamê Peyman binpê kir. Li wê derê li min bêbextî kirin. |
| 8 |
| Gîlad bajarê xerabkaran e, Bi şopên xwînê tije ye. |
| 9 |
| Wekî komên rêbiran kemîn datînin, Koma kahinan jî wisa ye. Di riya Şexemê de mirovan dikujin, Bi rastî jî riswatiyê dikin. |
| 10 |
| Min di nav Mala Îsraêl de tiştekî tirsdar dît: Efrayîm ketiye nava zinayê, Îsraêl qirêj bûye. |
| 11 |
| “Ya Cihûda ji bo te jî Rojeke berhilanînê hate kifşkirin. “Kengê min xwest gelê xwe vegerînim firehiya berê, |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/hosea/006.mp3
14
6