Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xudan ji Mûsa re got: |
| 2 |
| “Ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Heke jinek bi zaro bimîne û kurekî bîne, wê wekî rojên ku bi potan ketiye, heft rojan qirêj bê hesibandin. |
| 3 |
| Di roja heştan de wê lawik bê sinetkirin. |
| 4 |
| Ji bo ku jinik ji xwînê paqij bibe, wê sî û sê rojan bisekine. Heta rojên paqijbûna wê temam dibin, wê destê xwe bi tiştekî pîroz neke û neçe Pîrozgehê. |
| 5 |
| Heke keçek bîne, wekî rojên ku bi potan dikeve, wê du hefte qirêj bê hesibandin. Ji bo ku jin ji xwînê paqij bibe, divê şêst û şeş roj derbas bibe. |
| 6 |
| “‘Gava rojên paqijbûna ji bo kur an keçekê temam bûn, wê wekî qurbana şewitandinê berxekî yeksalî û wekî pêşkêşiya paqijiyê jî kevok an qumriyekê bîne ber deriyê Konê Hevdîtinê û bide kahin. |
| 7 |
| Wê kahin pêşkêşiyên wê li hizûra Xudan pêşkêş bike û ji bo jinikê kefaretê bide. Bi vî awayî wê jinik ji xwînê paqij bibe. Ev e rê û rêbaza jina ku zarokên kurîn an keçîn tîne. |
| 8 |
| “‘Heke hêza wê têra dayîna berxekî neke, wê du kevok an du qumriyan bîne ku yekê wekî qurbana şewitandinê û yekê jî wekî pêşkêşiya paqijiyê be. Wê kahin wan ji bo jinikê kefaretê bide û wê ew paqij bibe.’” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/leviticus/012.mp3
27
12