Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Gotina Xudan cara diduyan ji Ûnis re hat û got: |
| 2 |
| “Rabe, here Nînewayê, wî bajarê mezin û ya ku ezê ji te re bêjim bide bihîstin.” |
| 3 |
| Ûnis rabû û li ser gotina Xudan çû Nînewayê. Nînewa bajarekî wisa mezin bû ku bi qasî rêveçûna sê rojan bû. |
| 4 |
| Ûnis ket bajêr, bi qasî rojekê rê ve çû û bi dengekî bilind got: “Çil roj bi şûn de, wê Nînewa serobino bibe.” |
| 5 |
| Xelkê Nînewayê bawerî bi Xwedê anî. Rojî girt û ji mezinan heta biçûkan, her kesî çûx li xwe kir. |
| 6 |
| Gava Padîşahê Nînewayê ev yek bihîst, ji ser textê xwe rabû, xiftanê xwe deranî, çûx li xwe pêça û li ser xweliyê rûnişt. |
| 7 |
| Piştre li Nînewayê ev ferman da: “Fermana padîşah û giregiran ev e: Ne mirov û ne jî heywan divê tiştekî nexwe û venexwe. Herwiha pez û dewar divê neçêrin û avê venexwin. |
| 8 |
| Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila herkes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne. |
| 9 |
| Kî zane? Belkî wê gavê Xwedê fikra xwe biguhere, dev ji hêrsa xwe ya dijwar berde û em helak nebin.” |
| 10 |
| Xwedê kirinên Nînowayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert. Tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/jonah/003.mp3
4
3