Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Min got: “Serekên ziriyeta Aqûb Û serwerên Mala Îsraêl bibihîzin! Ma ne pêwist e ku hûn edaletê bizanin?! |
| 2 |
| Lê hûn ji qenciyê nefret dikin, Ji xerabiyê hez dikin. Hûn çermê gelê min radikin, Goştê hestiyên wan dişelînin. |
| 3 |
| Hûn çermê gelê min digurînin û goştê wî dixwin. Hûn hestiyên wî dişikênin. Wekî goştê di quşxaneyê de hûr dikin Û di beroşê de dipêjin.” |
| 4 |
| Wê gavê wê li Xudan bikin hewar, Lê wê bersivê nede. Ji ber xerabiyên wan, Wê rûyê xwe ji wan veşêre. |
| 5 |
| Xudan wiha dibêje: “Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derdixin! Ya hûn ên ku ji kesên ku we têr dikin re ‘Aştî!’ Û ji kesên ku we têr nakin re ‘Şer!’ dibêjin. |
| 6 |
| Li ser vê yekê şeva bêdîtinî Û taristana ku falbaziya we bêfeyde be, Bi ser we de werin. Wê roja pêxemberan tarî bibe Û tava wan reş bibe. |
| 7 |
| Wê zanyar, rûreş û falbaz, şermezar bibin. Ji ber ku ji Xwedê bersiv nayê, Wê hemû ji şermê devê xwe bigirin.” |
| 8 |
| Lê ez bi hêz û Ruhê Xudan tije me. Ez bi edalet û hêzdariyê tije me Ku ji ziriyeta Aqûb re serhildanên wî Û ji gelê Îsraêl re gunehên wî bêjim. |
| 9 |
| Ya serekên Mala Aqûb û serwerên Mala Îsraêl! Ya hûn ên ku ji edaletê nefret dikin Û rastiyê bi tevahî xera dikin! Vê yekê bibihîzin! |
| 10 |
| Hûn bi xwînrijandinê Siyonê, Bi neheqiyê Orşelîmê ava dikin! |
| 11 |
| Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!” |
| 12 |
| Loma ji rûyê we Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/micah/003.mp3
7
3