Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Min serê xwe rakir û dît ku kesek dît ku di destê wî de benikê pîvanê hebû. |
| 2 |
| Min jê pirsî: “Tu diçî ku?” Wî got: “Ez diçim Orşelîmê ku bizanibim berfirehî û dirêjahiya wê çiqas e.” |
| 3 |
| Milyaketê ku bi min re peyivî ji ba min rabû çû. Yekî din jî rabû ku pêşwaziya wî bike |
| 4 |
| û got: “Bazde, ji wî xortî re bêje: ‘Ji ber zêdebûna mirov û heywanên ku tê de bijîn, wê Orşelîm bibe bajarekî bêsûr. |
| 5 |
| Gotina Xudan ev e: Ezê bixwe ji çermedorê wê re bibim dîwarekî ji êgir û di nav de jî bibim rûmet.’” |
| 6 |
| Gotina Xudan ev e: “Rabin, rabin! Ji herêma bakur birevin. Ji ber ku min hûn li çar aliyên ezmanan belav kirin.” Ev e gotina Xudan. |
| 7 |
| “Ya Siyona ku li Babîla delal dimîne! Bireve û rizgar bibe!” |
| 8 |
| Çimkî Xudanê Karîndarê ku wî ez birûmet kirim û şandim miletên ku wan hûn talan kirine, wiha got: “Kesê dest bide we, wê dest bide bîbika çavê min. |
| 9 |
| Ezê destên xwe li dijî wan rakim û wê bibin talanê koleyên xwe.” Wê gavê hûnê bizanin ku Xudanê Karîndar ez şandime. |
| 10 |
| “Ya Siyona keç, ji kêfan biqîre! Şa be! Çimkî va ye ez têm û ezê di nav te de rûnim.” Ev e gotina Xudan. |
| 11 |
| “Wê rojê wê gelek milet bi Xudan ve bên girêdan. Wê bibin gelê min. Ezê di nav te de rûnim.” Tê bizanî ku Xudanê Karîndar ez şandime ba te. |
| 12 |
| Wê wekî para xwe, Xudan di nava axa pîroz de, Cihûdayê ji xwe re bike mîras û dîsa Orşelîmê hilbijêre. |
| 13 |
| Hemû beşer, li ber Xudan hiş bin! Ji ber ku ew ji warê xwe yê pîroz rabû û tê. |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/zechariah/002.mp3
14
2