Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Milyaketê ku bi min re dipeyivî dîsa vegeriya û mîna kesekî ku ji xewê hişyar bike, ez hişyar kirim. |
| 2 |
| Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene. |
| 3 |
| Li ba şamdankê du darzeytûn hebûn. Yek li rasta tasê, yek jî li çepa tasê bû.” |
| 4 |
| Min ji milyaketê ku bi min re dipeyivî re got: “Ezbenî ev çi ne?” |
| 5 |
| Wî got: “Ma tu nizanî ev çi ne?” Min got: “Na ezbenî.” |
| 6 |
| Wî ji min re got: “Gotina Xudan a ji bo Zerûbbabîl ev e: ‘Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar. |
| 7 |
| ‘Ma tu kî yî, ya çiyayê mezin? Tê li ber Zerûbbabîl bibî deştek! Gava ew kevirê dawî yê banê Perestgehê bîne, wê jê re biqîrin û bibêjin: Nûwaze! Nûwaze!’” |
| 8 |
| Gotina Xudan ji min re hat û got: |
| 9 |
| “Destên Zerûbbabîl hîmê vê malê danî. Wê destên wî jî wê temam bike.” Wê gavê hûnê bizanin ku Xudanê Karîndar ez şandim ba te. |
| 10 |
| Ma roja çêkirina tiştên biçûk kî kêm dibîne? Gava mirov di destê Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin. Ew heft qendîl çavê Xudan in. Ew li seranserê dinyayê digerin. |
| 11 |
| Min ji milyaket re got: “Du darzeytûnên li aliyê rastê û çepê yê şamdankê çi ne?” |
| 12 |
| Min berdewam kir û got: “Ev herdu guliyên zeytûnê yên li kêleka lûleyên zêrîn ku rûnê zêrîn diherikînin, çi ne?” |
| 13 |
| Wî ji min re got: “Tu nizanî ew çi ne?” Min got: “Na ezbenî.” |
| 14 |
| Milyaket got: “Ev du kes in ku bi rûnê zeytê hatine kifşkirin û li hizûra Rebê tevahiya dinyayê disekinin.” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/zechariah/004.mp3
14
4