Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Di roja çarê meha nehan –ku meha Kîslevê ye– a çarsaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriya re hat. |
| 2 |
| Gelê Bêt-Êlê, Sareser, Regem-Melek û mirovên wan şandin hizûra Xudan ku jê lava bikin |
| 3 |
| û ji kahinên Mala Xudanê Karîndar û pêxemberan bipirsin: “Çawa ku me bi salan e dikir, di meha pêncan de em bigirîn û rojî bigirin?” |
| 4 |
| Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got: |
| 5 |
| “Ji tevahiya gelê welêt û kahinan re bêje: ‘Gava we ji bo wan heftê salan, di meha pêncan û meha heftan de rojî digirt û şînê dikir, ma bi rastî we ji bo min kir? |
| 6 |
| Ma we ji bo xwe nedixwar û venedixwar? |
| 7 |
| Dema Orşelîm, bajarên derdora wê, Negev û Şefêla tije bûn û di firehiyê de bûn, ma peyvên ku Xudan bi riya pêxemberên berê gotibû ne ev bûn?’” |
| 8 |
| Gotina Xudan ji Zekeriya re hat û got: |
| 9 |
| “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Bi hikmên rast dîwanê bikin. Rehm û dilsozî nîşanî hev bidin. |
| 10 |
| Zordariyê li jinebî, sêwî, xerîb û bindestan nekin. Di dilê xwe de ji hev re xerabiyan nekin.’ |
| 11 |
| “Lê wan nexwest guhdarî bikin. Bi serhişkî pişta xwe dan. Guhên xwe girtin ku nebihîzin. |
| 12 |
| Wan dilê xwe mîna keviran hişk kirin ku guhdariya Şerîet û gotinên Xudanê Karîndar nekin ku bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên berê şandine. Loma Xudanê Karîndar bi xezeba dijwar hêrs bû. |
| 13 |
| “Xudanê Karîndar dibêje: ‘Gava min gazî wan dikir, wan guh neda min. Loma gava ew gazî min bikin, ezê jî guh nedim wan. |
| 14 |
| Min ew wekî bahozê avêtin nav tevahiya miletên nenas. Wan welat hişt, loma bû wêrane ku kesek here û lê bimîne nema. Welatê xweş bû wêrane.’” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/zechariah/007.mp3
14
7