Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Xudan ji Mûsa re got: |
| 2 |
| “Ji gelê Îsraêl re bêje, bila ji bo her serekê eşîrekê gopalekî hebe, ji bo duwanzdeh eşîran, duwanzdeh gopal bînin. Navê her serekî li ser gopalê wî binivîse. |
| 3 |
| Tê li ser gopalê eşîra Lêwî navê Harûn binivîsî. Wê ji bo serekê her eşîrekê gopalek hebe. |
| 4 |
| Tê wan di Konê Hevdîtinê yê ku ez bi we re dicivim de deynî ber Sindoqa Şahidiyê. |
| 5 |
| Wê gopalê zilamê ku ezê hilbijêrim şax bide. Wî çaxî ezê dawî li gazinên gelê Îsraêl bînim ku hergav li we dikin.” |
| 6 |
| Mûsa bi gelê Îsraêl re peyivî û serekên wan ji bo her eşîrekê gopalekî dan Mûsa. Wan bi awayê ku ji her serekekî re yek bikeve, duwanzdeh gopal danê. Gopalê Harûn jî di nav wan de bû. |
| 7 |
| Mûsa gopal li konê ku Sindoqa Şahidiyê lê ye danîn hizûra Xudan. |
| 8 |
| Dotira rojê Mûsa çû Konê Peymanê. Dît ku gopalê Harûnê ku Mala Lêwiyiyan temsîl dike, şax vedaye, kulîlk vekiriye û behîv şîn bûne. |
| 9 |
| Mûsa hemû gopal ji hizûra Xudan hildan û nîşanî gelê Îsraêl da. Wan lê nêrî û her kesî gopalê xwe hilda. |
| 10 |
| Xudan ji Mûsa re got: “Ji bo li dijî kesên serî hildidin bibe nîşanek, tu gopalê Harûn hilde û deyne ber Sindoqa Şahidiyê. Wê ev bibe dawiya gazina wan a li dijî min ku ew nemirin.” |
| 11 |
| Mûsa wiha kir. Çawa ku Xudan lê emir kir, wî wiha kir. |
| 12 |
| Gelê Îsraêl ji Mûsa re got: “Va ye, em tune dibin! Em dimirin! Emê hemû tune bibin! |
| 13 |
| Her kesê nêzîkî Meskenê Xudan dibe, tune dibe. Ma emê hemû bimirin?” |
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/numbers/017.mp3
36
17