Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Kitêba malbata Îsa Mesîhê kurê Dawid ê kurê Birahîm ev e: |
| 2 |
| Birahîm bavê Îshaq bû, Îshaq bavê Aqûb bû, Aqûb bavê Cihûda û birayên wî bû, |
| 3 |
| Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû, Perez bavê Hesrûn bû, Hesrûn bavê Aram bû, |
| 4 |
| Aram bavê Amînadav bû, Amînadav bavê Nehşon bû, Nehşon bavê Salmon bû, |
| 5 |
| Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab bû, Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû, Ovêd bavê Yêşa bû |
| 6 |
| Û Yêşa jî bavê Dawid padîşah bû. Dawid bavê Silêman bû, diya wî jina Ûrya bû, |
| 7 |
| Silêman bavê Rêhoboam bû, Rêhoboam bavê Ebiya bû, Ebiya bavê Asaf bû, |
| 8 |
| Asaf bavê Yehoşafat bû, Yehoşafat bavê Yoram bû, Yoram bavê Ûzya bû, |
| 9 |
| Ûzya bavê Yotam bû, Yotam bavê Ahaz bû, Ahaz bavê Hizqiya bû, |
| 10 |
| Hizqiya bavê Minaşe bû, Minaşe bavê Amos bû, Amos bavê Yoşiya bû |
| 11 |
| Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna Babîlê de çêbûn. |
| 12 |
| Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû, Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû, |
| 13 |
| Zerûbabel bavê Abiyûd bû, Abiyûd bavê Êlyaqîm bû, Êlyaqîm bavê Azûr bû, |
| 14 |
| Azûr bavê Sadoq bû, Sadoq bavê Axîn bû, Axîn bavê Êlyûd bû, |
| 15 |
| Êlyûd bavê Êlazar bû, Êlazar bavê Metan bû, Metan bavê Aqûb bû |
| 16 |
| Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû. Ji Meryemê jî Îsa yê ku jê re ‹Mesîh› tê gotin çêbû. |
| 17 |
| Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş, ji Dawid heta sirgûnbûna Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn. |
| 18 |
| Bûyîna Îsa Mesîh jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê Pîroz bizaro ye. |
| 19 |
| Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. |
| 20 |
| Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Pîroz e. |
| 21 |
| Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» |
| 22 |
| Ev hemû çêbûn, da ku peyva ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: |
| 23 |
| «Va ye, keçik wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin» ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.» |
| 24 |
| Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî. |
| 25 |
| Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/matthew/001.mp3
28
1