Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Hingê ji Orşelîmê hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn: |
| 2 |
| «Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!» |
| 3 |
| Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin? |
| 4 |
| Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.› |
| 5 |
| Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn, |
| 6 |
| êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir. |
| 7 |
| Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye: |
| 8 |
| ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min Lê dilê wan ji min dûr e. |
| 9 |
| Bi pûçîtî diperizin min, Di hîndariya xwe de, Emrên mirovan hîn dikin.› » |
| 10 |
| Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin. |
| 11 |
| Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar dike.» |
| 12 |
| Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?» |
| 13 |
| Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra ve bê rakirin. |
| 14 |
| Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.» |
| 15 |
| Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.» |
| 16 |
| Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in? |
| 17 |
| Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve? |
| 18 |
| Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar dikin. |
| 19 |
| Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr ji dil dertên. |
| 20 |
| Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.» |
| 21 |
| Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr û Saydayê. |
| 22 |
| Jineke Kenanî ya ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.» |
| 23 |
| Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.» |
| 24 |
| Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.» |
| 25 |
| Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!» |
| 26 |
| Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.» |
| 27 |
| Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.» |
| 28 |
| Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû. |
| 29 |
| Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt. |
| 30 |
| Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin. |
| 31 |
| Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan. |
| 32 |
| Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!» |
| 33 |
| Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?» |
| 34 |
| Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.» |
| 35 |
| Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. |
| 36 |
| Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê. |
| 37 |
| Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev. |
| 38 |
| Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû. |
| 39 |
| Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/matthew/015.mp3
28
15