Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Serê sibê zû serekên kahînan bi rihspî, Şerîetzan û hemû civîna giregiran re şêwirîn. Îsa girêdan û birin, dan destê Pîlatos. |
| 2 |
| Pîlatos ji wî pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa bersîv da û got: «Erê, wek ku te got.» |
| 3 |
| Serekên kahînan bi gelek tiştan ew sûcdar kirin. |
| 4 |
| Pîlatos dîsa ji wî pirsî û got: «Ma tu qet bersîvê nadî? Binêre ku çiqas giliyê te dikin!» |
| 5 |
| Lê Îsa êdî tu bersîv neda wî, wisa ku Pîlatos şaş ma. |
| 6 |
| Îcar adet bû ku di her Cejna Derbasbûnê de walî girtiyekî ku gel dixwest berde. |
| 7 |
| Di nav serhildêrên ku di serhildanê de mêr kuştibûn, girtiyek bi navê Barabas hebû. |
| 8 |
| Û elalet derket pêşberî walî, jê xwestin ku li gor adeta xwe ji wan re bike. |
| 9 |
| Pîlatos jî ji wan re got: «Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?» |
| 10 |
| Çimkî wî dizanibû ku serekên kahînan ji ber çavnebariyê Îsa dane destê wî. |
| 11 |
| Lê serekên kahînan nav di elaletê dan ku bixwazin Barabas ji bo wan bê berdan. |
| 12 |
| Pîlatos dîsa ji wan pirsî: «Nexwe hûn dixwazin ez çi bi wî kesî bikim ê ku hûn jê re padîşahê Cihûyan dibêjin?» |
| 13 |
| Ew qîriyan û gotin: «Wî xaç bike!» |
| 14 |
| Pîlatos ji wan pirsî: «Çima? Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Wî xaç bike!» |
| 15 |
| Pîlatos xwest ku elaletê razî bike û Barabas ji wan re berda. Û Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin. |
| 16 |
| Hingê leşkeran ew bir hundirê qesrê, yanî hewşa qesra walî û hemû tabûra leşkeran li ser civandin. |
| 17 |
| Xiftanekî binefşî lê kirin û tacek ji stiriyan honandî danîn ser serê wî. |
| 18 |
| Dest pê kirin silav danê û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!» |
| 19 |
| Bi çîtikekê li serê wî xistin, tif kirin wî, çûn ser çokan û li ber wî xwe tewandin. |
| 20 |
| Piştî ku tinazên xwe pê kirin, cilê binefşî jê kirin, cilên wî lê kirin û birin derve ku wî xaç bikin. |
| 21 |
| Şimûnê ji Kûrênê – ku bavê Skender û Rûfos bû – ji zeviya xwe vedigeriya û di wir re derbas dibû. Leşkeran bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin. |
| 22 |
| Îsa anîn wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin, ku bê wergerandin: «Qoqê Serî». |
| 23 |
| Şerab û mur tevlihevkirî danê, lê wî venexwar. |
| 24 |
| Îsa xaçkirin û cilên wî bi pişk li xwe leva kirin, ka wê kî çi bistîne. |
| 25 |
| Û saet di nehê sibê de ew xaç kirin. |
| 26 |
| Nivîsa ku ew pê sûcdar dikirin weha bû: «PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.» |
| 27 |
| Bi wî re du rêbir jî xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê. |
| 28 |
| 29 |
| Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira! |
| 30 |
| Ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!» |
| 31 |
| Bi vî awayî serekên kahînan û Şerîetzan jî di nav xwe de bi tinaz dipeyivîn û digotin: «Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike! |
| 32 |
| Bila niha padîşahê Îsraêlê Mesîh ji xaçê bê xwarê, da ku em bibînin û bawer bikin.» Yên bi wî re hatibûn xaçkirin jî ew şermezar dikirin. |
| 33 |
| Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt. |
| 34 |
| Û saet di sisiyan de Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku bê wergerandin: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?» |
| 35 |
| Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: «Binêrin, ew gazî Êlyas dike.» |
| 36 |
| Yek ji wan bi lez çû avgirek hilda, bi sihikê tije kir, bi çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. Û got: «Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê?» |
| 37 |
| Îsa bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da. |
| 38 |
| Hingê perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. |
| 39 |
| Sersedê ku li pêşberî Îsa rawesta bû, gava dît ku Îsa çawa ruhê xwe da, got: «Bi rastî jî, ev mirov Kurê Xwedê bû!» |
| 40 |
| Jinên ku ji dûr ve li vê yekê temaşe dikirin hebûn. Meryema Mejdelanî, Meryema diya Yûsês û Aqûbê ciwan û herweha Seloma jî di nav wan de bûn. |
| 41 |
| Dema ku Îsa li Celîlê bû, li pey wî diçûn û jê re xizmet dikirin. Ji van pê ve, gelek jinên din jî li wir hebûn ku bi Îsa re hatibûn Orşelîmê. |
| 42 |
| Roja Amadekirinê, yanî roja beriya Şemiyê bû. Îcar gava bû êvar, |
| 43 |
| Ûsivê Arîmetyayî hat ê ku endamekî civîna giregiran ê bi rûmet bû. Ew bi xwe jî li hêviya Padîşahiya Xwedê bû. Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest. |
| 44 |
| Gava Pîlatos bihîst ku Îsa ji xwe miriye, şaş ma. Gazî sersed kir û jê pirsî: «Ma gelek wext di ser mirina wî re derbas bûye?» |
| 45 |
| Gava ji sersed hîn bû, cesed da Ûsiv. |
| 46 |
| Wî cawekî keten kirrî, cesed anî xwarê, bi caw pêça û di goreke ku di latê de hatibû kolan de veşart. Kevirek gêr kir ser deriyê gorê. |
| 47 |
| Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yûsês dîtin ku ew li ku derê hat veşartin. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/mark/015.mp3
16
15