Kurmanji 2005
|
| 1 |
| Piştî ku roja Şemiyê derbas bû, Meryema Mejdelanî, Meryema diya Aqûb tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin. |
| 2 |
| Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê. |
| 3 |
| Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?» |
| 4 |
| Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû. |
| 5 |
| Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man. |
| 6 |
| Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû. |
| 7 |
| Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.›» |
| 8 |
| Jin jî derketin û ji gorê reviyan, çimkî şaş mabûn û dilerizîn. Ji kesî re jî tiştek negotin. Çimkî tirs ketibû dilê wan. |
| 9 |
| Îcar çaxê Îsa roja pêşî ya heftiyê sibê zû rabû, wî pêşî xwe nîşanî Meryema Mejdelanî da, ya ku heft cin jê derxistibûn. |
| 10 |
| Ew jî çû, xeber da wan ên ku bi Îsa re mabûn, ew ên ku şîn digirtin û digiriyan. |
| 11 |
| Lê gava wan bihîst ku Îsa dijî û xwe nîşanî Meryemê daye, bawer nekirin. |
| 12 |
| Piştî van tiştan wî xwe bi awayekî din nîşanî diduyan ji wan da ku diçûn çolê. |
| 13 |
| Ew jî çûn xeber dan ên din. Lê ji wan jî bawer nekirin. |
| 14 |
| Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû. |
| 15 |
| Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin. |
| 16 |
| Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin. |
| 17 |
| Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin, |
| 18 |
| wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.» |
| 19 |
| Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt. |
| 20 |
| Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî. |
|
| Notayan Tomar Bikin |
https://beblia.bible:81/BibleAudio/kurdish2005/mark/016.mp3
16
16