|
| 1 |
|
| Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan. |
|
| 2 |
|
| Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû. |
|
| 3 |
|
| Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde; |
|
| 4 |
|
| çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira. |
|
| 5 |
|
| Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir. |
|
| 6 |
|
| Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan |
|
| 7 |
|
| û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!» |
|
| 8 |
|
| Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!» |
|
| 9 |
|
| Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon e, çimkî em gelek in.» |
|
| 10 |
|
| Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê. |
|
| 11 |
|
| Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya. |
|
| 12 |
|
| Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.» |
|
| 13 |
|
| Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî |
|
| 14 |
|
| Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin. |
|
| 15 |
|
| Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan. |
|
| 16 |
|
| Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin. |
|
| 17 |
|
| Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here. |
|
| 18 |
|
| Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here. |
|
| 19 |
|
| Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.» |
|
| 20 |
|
| Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê belav kir û her kes şaş ma. |
|
| 21 |
|
| Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbasî aliyê din bû, elaleteke mezin li dora wî civiya. Ew li perê golê disekinî. |
|
| 22 |
|
| Yek ji serekên kinîştê ku navê wî Yayîros bû, hat ba wî. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî, |
|
| 23 |
|
| jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.» |
|
| 24 |
|
| Îsa rabû bi wî re çû. Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng dikir. |
|
| 25 |
|
| Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû. |
|
| 26 |
|
| Wê ji destê gelek hekîman gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû. |
|
| 27 |
|
| Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da. |
|
| 28 |
|
| Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.» |
|
| 29 |
|
| Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû. |
|
| 30 |
|
| Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?» |
|
| 31 |
|
| Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›» |
|
| 32 |
|
| Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye. |
|
| 33 |
|
| Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got. |
|
| 34 |
|
| Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.» |
|
| 35 |
|
| Îsa hê dipeyivî, ji mala serekê kinîştê mirov hatin û gotin: «Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?» |
|
| 36 |
|
| Gava Îsa ev bihîst, wî ji serekê kinîştê re got: «Netirse, bi tenê bawer bike!» |
|
| 37 |
|
| Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê. |
|
| 38 |
|
| Çaxê gihîştin mala serekê kinîştê, Îsa dît ku dikin qîjeqîj, digirîn û diqîrin. |
|
| 39 |
|
| Gava ew ket hundir, ji wan re got: «Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Zarok nemiriye, lê di xew de ye.» |
|
| 40 |
|
| Îcar ew pê keniyan. Lê Îsa hemû derxistin derve, dê û bavê zarokê û her sê şagirtên xwe birin û ket cihê ku zarok lê bû. |
|
| 41 |
|
| Destê zarokê girt û jê re got: «Talîta qûm!» ku bê wergerandin: «Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!» |
|
| 42 |
|
| Keçik di cih de rabû û geriya. Ew diwanzdeh salî bû. Îcar ew yekcar şaş man. |
|
| 43 |
|
| Îsa hişk li wan emir kir ku vê yekê ji kesî re nebêjin û ji wan re got ku xwarinê bidin keçikê. |
|
|
|
|