Ma çawa ku dima, ji te re nedima? Û paşî ku te wê firot, ma ne di bin serweriya te de bû? Çawa bû ku te vî tiştî xist dilê xwe? Te ne ji mirovan re, lê ji Xwedê re derew kir!
Lê belê Pêtrûs ji wê re got: Bona Ruhê Xudan biceribînin, çawa bû ku we di nava xwe de yekgotinî kirin? A vay, dengê lingên yên mêrê te binax kirin li ber derî ye, dê te jî bibin derve!
Û wan gava vêya bihîstin, hîn roj dihilat ketin Perestgehê û dest bi dersdanê kirin. Û dema Serokkahîn û yên bi wî re ne, hatin, bona civînê bangî Civata Netewî û hemû kalepîrên gelê Îsraêlê kirin û bona anîna wan, zilam şandin girtîgehê.
Bona ku hûn bi vî navî nedin hînkirin, me temmiyek qenc ji we re kirin û a vay, we bi hînkariya xwe ve Orşelîmê tijî kirin û hûn di vê nêta de ne ku xwîna vî zilamî bi ser me ve bînin!
Lê belê Fêrîsiyekî birêziya hemûya gel qezenc kiriye û mamosteyê zagonê ye ku, navê wî Gamalyel e, di Civata Netewî de rabû ser pêlan û emir da ku şagirtan demekî kurt derxînin derve
Ji ber ku berî van rojan Tevdas, xwe wekî ku tiştekî be da xuya kirin û serî hilda; qasî çar sed mirovî jî tevî wî bûn; ew bi xwe hate kuştin û hemûyên ji wî re îtaet kiribûn belav bûn û tune bûn.
Paşî wê Cihûdayê Celîlî, di rojên jimartinê de derket qadê, gellek mirovî xapandin û li pey xwe xistin; ew jî helaq bû û hemûyên ji wî re îtaet kiribûn hatin belav kirin.
Û niha ez ji we re bibêjim: Dev ji van zilaman berdin û wan berdin ku, hûn nebin yên li dijî Xwedê jî cengê dikin, ji ber ku, ger ev nêt, an ev kar ji mirovan be, dê xera bibe;