×

Peymana Nû

Karên Şandiyan 6

1
Di wan rojên ku şagirt zêde dibûn de, ji Cihûdên bi zimanê Grekî diaxifîn, li dijî Îbraniyan miremir çêbû; ji ber ku di alîkariya rojane de li jinebiyên wan ve nedihat nêrîn.
2
Û li ser vêya Donzdehan, civata şagirtan bangî cem xwe kirin û gotin: Dev ji gotina Xwedê berdan û ji sifran re xizmet kirina me ne qenc e.
3
Bo vê sedemê, ya birano, ji nava xwe heft kesê birêz, yên bi Ruh û zaniyariyê ve tijî hilbijêrin; em wan bona vî karî wezîfedar bikin.
4
Em jî di duayê û xizmeta gotinê de bi xîret bidomînin!
5
Û vê gotina ji hemû civakê re xweş hate dîtin û wan Steyfanê zilamek bi bawerî û Ruhê Pîroz ve tijî û Fîlîpûs û Prokorûs û Nêkanor û Tîmon û Parmenas û Nîkolayê Antaqyayî yê vegeriyaye ser Cihûdiyê bijartin û
6
derxistin ber şagirtan; şagirtan jî piştî ku dua kirin, destê xwe danîn ser wan.
7
Û gotina Xwedê belav dibû û li Orşelîmê hejmara şagirtan zehf zêde dibû û gellekê kahînan jî ji baweriyê re îtaet dikirin.
8
Steyfanê bi xêr û bi qudretê ve tijî, di nava gel de nuwaze û mûcîzetên mezin diafirand.
9
Lê belê hinek endamên kenişta bi navê kenişta Lîbertiyan tête nasîn û hinek kesên ji Kîrênê û Îskenderiyê û Kîlîkyayê û ji Wilayeta Asyayê rabûn û bi Steyfan re dest bi keftûleftê kirin
10
û hêz neanîn ku li ber zaniyarî û Ruhê di axaftina wî de bisekinin.
11
Wê gavê zilaman xapandin û vana: Li dijî Mûsa û Xwedê kufirkirina wî me bihîstin! gotin.
12
Û wan gel û kalepîran û alimên zagonê kişkişandin û çûn ew pê girtin û derxistin pêşiya Civata Netewî.
13
Û şahdeyê derewçîn danîn û vana gotin: Ev zilama dev ji axaftina gotinên li dijî wê derê pîroz û zagonê ve bernade!
14
Ji ber ku, me gotina wî ya: Dê Îsayê Nisretî vir xera bike û kevneşopên Mûsa daye me biguherîne, bihîstin!
15
Û gava hemû kesên li Civata Netewî rûniştîbûn, li wî nihêrtin, wecê wî mîna wecê milyaketekî dîtin.
Kurdish Bible 2017
Hoffnung und Leben e.V. Komela Hêvî û Jiyanê Postfach 10 13 82 · 33513 Bielefeld
:
Notayan Tomar Bikin